Dagirkeriya Tirk gundên Şera û Şêrawayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên navçeyên Şera û Şêrawayê bi dehan mûşekan topbaran dike.

Dagirkeriya Tirk gundên Şera û Şêrawayê topbaran dike
18 tebax, 2021   13:18
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li herêmên dagirkirî gundên navçeya Şera û Şêrawayê topbaran dike. Di heman demê de jî danê nîvro 3 caran navenda EFrînê bi mûşekên nenas hat topbarankirin.

Heta vê kêliyê gundên Dêr Cemal û Ziyaretê yên navçeya Şêrawayê û gundê Eyn Deqnê, Meranazê, balafirgeha Minixê yên navçeya Şera tên topbarankirin.

Heta niha topbaran berdewam e û tu agahî li ser ziyanan bi dest neketine.

(fr)

ANHA