​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên li ser Şengal û Zirganê qirkirin e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Şengal û Zirganê şermezar kirin û diyar kir ku armanca êrişan qirkirin e.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Armanca êrişên li ser Şengal û Zirganê qirkirin e
18 tebax, 2021   12:59
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro têkildarî mijarê daxuyaniyek da raya giştî. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dewleta Tirk projeya xwe li herêmê dewam dike û dixwaze rola Osmaniyan vegerîne. Bi wê armancê hemû rêgezên navneteweyî binpê dike û êrişî herêmê dike. Tiştê li Şengalê rû daye û rû dide, berdewama sûcên DAIŞ`ê ye. DAIŞ`ê dixwest herêm bikeve bin serweriya dewleta Tirk, dewleta Tirk jî bi van êrişan peyaman dide ku ew rêzê ji serdestiya Iraqê re nagire.

Bi van kiryaran dixwaze vîna êzidiyan bê şikandin, ku li hemberî planên dijminahiyê sekinîn û rêveberiya xwe ya xweser û hêzên xwe ava kirin.

Êrişên li herêmên Til Temir û gundewarên wê jî ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên din ne cuda ne. Dewleta Tirk bi heman armancê êrişî hemû herêman dike, armanc qirkirin e. Ew naxwaze li herêmê îradeya pêkhate û gelê herêmê bi pêş bikeve.

Em kiryarên dijminane yên dewleta Tirk û ajanên wê bi tundî şermezar dikin. Em bang li gelê xwe yê Şengalê dikin ku li dora porjeya xwe ya xweser kom bibin. Em piştrast dikin ku dewleta Iraqê dikare sînorekî ji van kiryarên dijminane yên dewleta Tirk re deyne ku bi rêya wan kiryaran serweriya Iraqê tê binpêkirin. Em her wiha bang li Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û civata navneteweyî dikin ku li hemberî hedefgirtina sivîlan li Til Temir û gundewarên wê, sînorekî ji kiryarên dijminane re deynin.”

(cx)