Bertekên li dijî êrişên li ser Şengalê zêde dibin

Meclisa Jinên Sûriyê der barê siyaseta qirkirinê de ku li dijî civaka êzidî tê kirin, semînerek li dar xist. Her wiha rêxistinên civaka sivîl ên Tebqayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin.

Bertekên li dijî êrişên li ser Şengalê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên li ser Şengalê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên li ser Şengalê zêde dibin
Bertekên li dijî êrişên li ser Şengalê zêde dibin
18 tebax, 2021   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Semîner li Mala Êzidiyan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê ji aliyê hevseroka Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm û ji rêveberên malê Ziyad Rustem ve hate dayîn.

Di semînerê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di demên dawî de li ser Şengalê pêk tîne, berdewamiya qirkirinên osmanî li dijî kurdên êzidî ji beriya sedên salan ve ye û got, her du êrişên dawî ne tenê li dijî civaka êzidî ye lê belê li dijî tevahî gelên herêmê ye.

Her wiha behsa dîrok û çanda civaka êzidî hate kirin û bal kişandin ser ferman û hewldanên qirkirinê yên li dijî wan û hate pişrastkirin ku hewl didin êzidiyan qir bikin.

‘XEMSARIYA NAVNETEWEYÎ’

Têkildarî êrişa ku duh û beriya wê li dijî Şengalê pêk hat Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê daxuyaniyek da. daxuyanî ji aliyê hevserokê tevgerê Mihemed Mehmûd ve hate xwendin. Bi dehan endamên tevgerê tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de behsa binketinên dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin û bal kişand ser hedefgirtina sivîlan li Şengal û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de destekdayanî bi Şengalê re eşkere kir û bêdengiya navneteweyî di rawestandina êrişên qirkirinê de, şermezar kir.

'PAŞXANEYA DEWLETA TIRK BI SÛCAN DAGIRTÎ YE'

Rêxitsinên civaka sivîl a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê êriş û bombebarana dagirkeriya Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin. Hevserokê Yekitiya Mamosteyan Ehmed El-Ziyab daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku her du êrişên dawîn ên li ser Şengalê, sûcên din li sicîla terorê ya dewleta Tirk zêde dikin. Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Îro dewleta Tirk sûcên ku DAIŞ`ê li dijî gelê me yê Şengalê pêk anîne, dewam dike. Ev yek hevkariya dewleta Tirk a faşîst û rêxistina DAIŞ`ê ya ji bo pêkanîna planên terorî, îsbat dike.”

Rêveberiya Tenduristiyê ya kantona Hesekê jî êrişên li ser Şengalê û navçeya Zirganê şermezar kirin. Têkildarî mijarê Rêveberiya Tenduristiyê li nexweşxaneya gel a Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Hesekê Sîham Mele Elî û endamê rêveberiya Nexweşxaneya Sarya, Alan Mecûl ve hate xwendin û bi dehan endamên rêveberiya tenduristiyê beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk di çarçoveya siyaset û dijberiya xwe ya ji tevahî mirovahiyê re, li pêş çavên hemû cîhanê li dijî saziyên sivîl êrişên tirsonek pêk tîne û hemû rêgezên navneteweyî binpê dike. Ev kiryar dûrî nirxên exlaqî û mirovî ye.”

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan hate kirin ku li hemberî bûyerên diqewimin, bi berpirsyariyên xwe rabin.

(bx-cx)

ANHA