'Hêz û partiyên siyasî yên Kurd divê li dijî faşîzma Tirk rabin'

Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê diyar kir ku komkujiya nû ya dagirkeriyê ku li Zirganê pêk aniye, ji bûyerên li Şengalê ne cuda ye û armanca wan yek e.

'Hêz û partiyên siyasî yên Kurd divê li dijî faşîzma Tirk rabin'
18 tebax, 2021   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê daxuyaniyek der barê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da û piştrast kir ku divê hêzên Kurd bibin yek.

Di daxuyaniya partiyê de hat piştrastkirin ku êrişa nû ya li dijî Şengalê, berdewama qirkirina komî ye ku çeteyên DAIŞ`ê di sala 2014`an de li dijî êzidiyan pêk anî û desteka yekser ji dewleta Tirk digirt.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: "Komkujiya nû ya dewleta Tirk ku li Zirganê pêk anî, ji bûyerên li Şengalê ne dûr e. Dibe ku cih cuda bin, lê belê armanc yek e ew jî ku vîn û nasnameya kurdî bişikînin û xewnên gelê Kurd ên azadiyê tune bikin."

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û helwesteke zelal li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd nîşan bidin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê bang li hemû hêz û partiyên siyasî yên Kurdan kir ku li dijî faşîzma Tirk bibin yek.

(dm)