Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî êrişa li dijî Şengalê daxuyaniyek da

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên xebatakar û şervanên YBŞ`ê yên ku di nexweşxaneya li gundê Sikêniyê yê Şengalê de di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê têkildarî êrişa li dijî Şengalê daxuyaniyek da
18 tebax, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê bombebaran kir.

Têkildarî mijarê, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da û tê de nasnameyên şehîdan eşkere kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Ev bi hefteyan e ku em wek civaka êzidî şîna şehîdên xwe dikin. Ji ber ku desthilatdarên cîhanê û dijminên êzdiyatiyê meha Tebaxê li me kirine meha fermanê. Meha 8 ji bo me kirine meha reş. Destpêka mehê di salvegera fermana 2014’an de me şehîdên xwe yên fermanê bibîr anîn. Di 14-15’ê Tebaxê de me qurbaniyên komkujiya Til-Izêr,Sîba Şêx Xidir, Girzerik û Koçoyê bîr anîn. Her wiha 15’ê Tebaxê salvegera şehadeta Mamê êzidiyan, stûna Êzîdxanê Mam Zekî bû. Me ked û hewldanên wî yên ji bo Êzîdxana azad bi minetdarî silav kir.

Lê ji ber ku dijminên êzdiyatiyê van komkujiyan ji bo me têr nedîtin, êrişên xwe berdewam kirin. Du roj beriya niha, 16’ê Tebaxê, li sûka kevin a Şengalê êrişeke bêbext a komploger li hemberî fermandarê me yê hêja û parêzvanê Şengalê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda hate pêşxistin. Êrişeke namerd, bêbext û bi dek û dolaban ve tijî. Wekî tê zanîn hevalê Seîd Hesen li gel ku fermandarekî hêja ya civaka êzidî bû her wiha ji bo çareseriya pirsgirêka Şengalê gelek kar û barên giranbuha yên siyasî û diplomatîk dimeşand. Beriya niha gelek caran bi şandeyên hikumeta Iraqê re rûniştiye û hewl daye Xweseriya Şengalê mîsoger bike. Du roj berê ango 16’ê Tebaxê jî Şehîd Seîd Hesen li ser navê Rêveberiya Xweser amadekariya hevdîtina bi Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî dikir. Di rojeke bi vî rengî de ew û hevalên wî hatin armanc kirin û şehîd ketin.

Ev êriş li ber çavê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêk hat. Kazimî wek Serokwezîr ew roj li Şengalê bû. Lê derbarê vê êrişê de ne Serokwezîr Kazimî ne jî hikumeta Iraqê tu daxuyanî nedan. Li şûna ku li hemberî dagirkeriya Tirk çend gotinan bike, serokwezîr Kazimî li ser gomên komî yên Koçoyê got ku ewê têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re xurttir û berfirehtir bikin. Her wiha Peymana 9’ê Cotmehê xist rojevê û got ew dixwazin vê peymanê bixin meriyetê. Rojev, helwest û gotinên Serokwezîr Kazimî yên piştî êrişa hovane ev bûn.

Hê konê sersaxiyê ya hevalê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda li erdê bû û şîna wan dihat kirin, duh jî dewleta Tirk a dagirker bi balefirên şer êrişeke hovane li nexweşxaneya Sikêniyê kir. Beriya her tiştî em dixwazin vê tiştê bêjin; êrişên du rojên dawî ya li ser Şengalê xelekek nû ya li ser fermanan e. Ev êrişên rojane an jî ji rêzê nînin. Em baş di wê ferqê de ne ku dijminên êzdiyatiyê bi van êrişan dixwazin çi bikin û çi peyamê bidin me.

Êrişa Nexweşxaneya Sikeniyê ne êrişeke ji rêzê ye. Wekî yek ji sûcên mirovahiyê ketiye nav rûpelên dîrokê. Ji ber ku li gor yasayên navneteweyî jî li gor wijdan û exlaqa civakî jî, êrişa li ser nexweşxaneyê sûc e, bêexlaqî û bêwîjdaniyeke mezin e. Li gorî yasayên şer jî nexweşxane nayê bombebarankirin, êriş li ser nexweşxaneyan nayê kirin. Wekî di daxuyaniya YBŞ’ê de jî hatibû diyarkirin, ev nexweşxane di heman demê de di xizmeta civaka êzidî û Ereb de bû. Dayik, zarok, keç û xortên civaka Şengalê di vê nexweşxaneyê de dihatin dermankirin. Lê dewleta Tirk a dagirker li ber çavê hemû cîhanê vê nexweşxanê bi balafirên şer bombe kir. Li ber çavê hikumeta Iraqê, li ber çavê Neteweyên Yekbûyî, li ber çavê hemû dinyayê êriş kir. Ne carekî jî 4 caran nexweşxane bombebaran kir. Piştî êrişa yekemîn xelkê ku xwest xwe bigihîne birîndaran, carekî din hatin bombebarankirin. Xelkê canê xwe da ber xwe û wisa şehîd û birîndarên xwe ji bin xirbeyan derxist. Di bombebaranê de nexweş, bijîşk û xebatkarên tenduristiyê, şervanên YBŞ’ê kû ewlehiya nexweşxaneyê dikirin, hemû hatin armanckirin.

Ev hemû êrîş hewldanên fermanên nû ya li ser êzidiyan e. Tiştê ku ji van hemû êrîşan re dibe zemîn jî Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta tirk, hikumeta Iraqê û PDK’ê de ye. Gelê me ji destpêkê ve vê peymanê wekî peymana fermanê binav kiribû. Li hemberî vê peymanê berxwedaneke dîrokî pêş xistibû û di esas de ev peyman bêhikum kiribû. Di kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ev peyman wekî fermaneke nû û komployekî hatibû tarîf kirin.

Heya niha dixwestin bi zextên siyasî, bi dorpêçkirin û bi gefan vê peymanê bixin meriyetê. Lê nekarîn îradeya me teslîm bigirin. Xuya ye dijminên Êzdiyatiyê li hemberî vê sekn û helwestê, planeke nû di asta komployê de xistine meriyetê û biryara van êrişan dane. Di salvegera fermanê de, di 3’ê Tebaxa îsal de Serokê PDK’ê Mesud Barzanî bi boneya salvegera fermanê peyamek belav kiribû û li şûna ku ji ber reva PDK’ê rexnedanê bide, gef li Şengalê kiribû û gotibû “Şengal mîna niha namîne”. Yanî ewê rewşa Şengalê biguhere. Jixwe ev demekî ye PDK bi daxuyaniyên xwe Şengalê dike hedefa dewleta Tirk a dagirker. Heman roj rayedarên Amerîkî yên Iraqê, sefîrê Tirk a Bexdayê, nûnertiya Neteweyên Yekbûyî û Serokwezîrê Iraqê Kazimî jî bi yekdengî Peymana 9’ê Cotmehê xistin rojevê. Em dixwazin bêjin, rast e yê êriş dike dewleta tirk a dagirker û qirker e. Lê em baş dizanin ev êriş di çarçoweya plansaziyeke herêmî û navdevletî de pêş dikevin.

Me berê jî got em niha jî dibêjin. Em çiqas bedelên giran jî bidin, em rê nadin komploya 9’ê Cotmehê pêk were. Gotina me ya dawî ev e. Heya hikumeta Iraqê jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk gaveke navêje, helwest diyar neke Iraq jî şîrikê vê êrişê ye. Jixwe ji Peymana 9’ê Cotmehê heya niha çi wext rayedarên hikumeta Iraqê hatine Şengalê, êrişên dewleta Tirk çêbûne. Herî dawî di serdana Serokwezîr Kazimî de ev êrişên dawî pêş ketin. Lê balkêş e, ne serokwezîr daxuyaniyek daye ne jî hikumeta Iraqê. Em dipirsin; çima hikumeta Iraqê bêdeng e? Di vê komployê de rola hikumeta Kazimî çî ye? Dewleta Tirk çawa asîmanê Iraqê ji bo qetilkirina hemwelatîyên êzidî bikar tîne? Heya niha parlamentoya Iraqê, partiyên siyasî yên Iraqê, derdorên olî tu daxuyanî derbarê van êrişan de nedane. Ev bêdengî vê tiştê bi me dide fikirandin. Xuya ye di van êrişan de hevparîya van hemû hêzan heye. Xuya ye Iraq, PDK, dewleta Tirk di bin çavdêrê û piştevaniya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê de dixwazin bi van êrişan Peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê. Em dixwazin bi taybet ji nûnertiya Neteweyên Yekbûyî pirs bikin, li ber çavê we êrişî nexweşxaneyek hate kirin û komkujiyek pêk hat. Li gor hevpeymana we jî ev sûcê mirovahiyê ye. Nûnertiya we ya ku her roj derbarê Şengalê de daxuyanî li ser daxuyanî dide, çima ji bo vê êrişê tiştek nabêje?

Êrişên dawî her çiqas bi destê dewleta Tirk tê kirin jî, berpirsyariya siyasî ya van êrîşan li ser milê hikumeta Iraqê ye. Ji ber ku Şengal di bin serweriya Iraqê de dijî. Lê di van êrişan de jî derket holê ku Iraq nikare civaka êzidî û Şengalê biparêze. Wekî dayikek êzidî pirs kiribû “Ka kerameta dewleta Iraqê.” Car din îsbat bû ku êzidî, parastin û rêveberiya xwe nikare teslîmî tu hêzî bike. Ji bilî mîsogerkirina Şengala Xweser tu rê û rêbazê ku civaka êzidî ji ferman û êrîşan bipareze nîne.

Li ser vê esasê em destpêke bang li hemû civaka êzidî dikin. Xewn û xeyalê Mam Zekî û Şehîd Seîd Hesen e jî. Em tifaqa xwe bikin. Em li hemberî van êrîşan bibin yek dil. Em bi yekîtî û tifaqê rê li ber fermanên nû bigirin. Plan û komployeke nû li ser serê êzidiyan digere. Em bi hev re vê plana bêbext xira bikin. Ya din em bang li wijdana mirovahiyê dikin. Êrişa li ser Şengalê êrişa li ser mirovahiyê ye. Divê li çar aliyê cîhanê mirovahî ji bo parastina Şengalê bikevin nav liv û tevgerê. Herî dawî em dibêjin ku hun çi komplo û planan bixin meriyetê jî, em çiqas bedelên giran bidin jî em ji doza Êzîdxana azad, Şengala Xweser nayên xwarê. Bila soza me ji hemû gelê me re be, emê ji bo mîsogerkirina Şengala Xweser kar û xebatên xwe mezintir bikin. Em ê tola hemû şehîdên xwe rakin. Em sersaxiyê ji bo malbatên şehîdan û hemû civaka êzidî dixwazin. Şehadeta keç û xortên êzidî îrade û baweriya me xurttir kiriye. Ewê Şengal teslîm nebe, ewê Şengal li ber xwe bisekine û ewê Şengal azad bibe!

Di encama van êrişên hovane de hejmarek şehîd û birîndarên me çêbûn. Ji duh ve ye ku em hewl didin nasnameya şehîd û birîndaran zelal bikin û ragihînin. Lê ji ber bombebarana giran, teşhîskirina cenazeyan û zelalkirina nasnameya şehîdan dereng ket.

Bi giştî di encama êrîşên duh yên li hemberî Nexweşxaneya Sikeniyê 8 kes şehîd bûne 4 kes jî birîndar in. Ji 8 kesên şehîd 4 kes şervanên YBŞ’ê ne ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. 3 şehîd xebatkarên tenduristiyê ne ku xizmeta civaka êzidî dikirin. Şehîda bi navê Muhlîse Sîdar ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye jî (Bakurê Kurdistanê) di salvegera fermana 2014’an de dema bangawaziya seferberiyê hate kirin, ji bo birînên civaka êzidî derman bike wekî bijîşk hatibû Şengalê û ji wê demê ve ye ji bo xelkê xizmeta tenduristiyê dikir. 4 kesên bi navê Hesen, Evdî, Semîr û Macîd ku di bombebaranê de birîndar bûne jî, hemû xebatkarên tenduristiyê ne.”

Navên şehîdan wiha ne:

Hemîd Sadun (Qîran Sîba),  şervanê YBŞ’ê
Xidir Şeref (Pîr Xidir), şervanê YBŞ’ê
Ramî El Salim (Ronî), şervanê YBŞ’ê yê Ereb ji Baacê
Meytem Xidir Xelef  (Serhed Zemar), şervanê YBŞ’ê yê Ereb
Elî Reşo Xidir, xebatkarê Tenduristiyê
Sedo Îlyas Reşo, xebatkarê Tenduristiyê
Hecî Xidir, xebatkarê Tenduristiyê
Muhlîse Sîdar, xebatkara Tenduristiyê