Êzidiyên li Rojava êrişên li ser Şengalê şermezar kirin: Armanc qirkirin e

Endamên rêxistinên êzidiyan ên li Rojava êrişên artêşa Tirk ên li ser Şengalê û bêdengiya hikumeta Iraqê li hember êrişan de, şermezar kir.

Êzidiyên li Rojava êrişên li ser Şengalê şermezar kirin: Armanc qirkirin e
18 tebax, 2021   09:28
ŞEHBA – ALAN REŞÎD

Balafirên dewleta Tirk a dagirker duh êrişî Şengalê kir. Di encama êrişa yekemîn de fermandarekî YBŞ`ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ`ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 sivîlên din jî birîndar bûn. Piştre dewleta Tirk a dagirker 4 caran nexweşxaneyeke Şengalê bombebaran kir.

Têkildarî mijarê ji rêveberên Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava Sûad Hiso êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û wiha got: "Bombebarana balafirên dewleta Tirk karekî hovane ye û armanca wê ew e ku îradeya êzidiyên bişikîne ku 74 ferman li ser wan pêk anîne." 

Sûad wiha domand: "Ev ne cara yekemîn e ku balafirên artêşa Tirk Şengalê bombebaran dikin. Di 15`ê Tebaxa 2019`an de erebeya Mam Zekî kirin hedef û Mam Zekî şehîd bû."

Sûad diyar kir ku armanc ji hedefgirtina civaka êzidî ku îrade û berxwedana şêniyên Şengalê lawaz bikin û got: "Em banga hevgirtinê li civaka êzidî dikin û li hember planên dewleta Tirk û hevalbendên wê, bisekinin."

Her wiha hevseroka Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Eyşe Seydo jî wiha axivî: "Hikumeta Iraqê bê deng dimîne û balafirên dewleta Tirk li gorî xwesteka xwe li asîmanê Şengalê digerin û komkujiyan pêk tînin. Ev jî tê wateya ku hikumeta Iraqê erê kiriye ku dewleta Tirk sûcan li dijî êzidiyan pêk bîne."

Eyşe Seydo destnîşan kir ku hedefgirtina Mam Zekî Şengalî, Seîd Hesen û êzidiyên Şengalê yek ji planên dewleta Tirk û hevkarên wê ye da ku hebûna êzidiyan tune bikin. Di dawiyê de Eyşe Seydo bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku hesab ji dewleta Tirk û hevkarên wê der barê hedefgirtina êzidiyan de, bixwazin.

'DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK WERE XWESTIN'

Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Hisên Hesen jî hişyarî da tevahî gelê Kurd û bi taybet civaka êzidî ku li hember planên dewleta Tirk hevgirtî bin û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nHJZojsdYDc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>