​​​​​​​Nesir Ebdurezaq Ferwan: Nexşerêya Rûsyayê ji bo Derayê neşxerêya heqaretê ye

Şîrovekarê siyasî Nesir Ebdurezaq Ferwan da zanîn ku nexşerêya ku Rûsyayê pêşkêşî welatiyên Derayê kiriye ne nû ye û dişibe bendên ku beriya 2 mehan hikumeta Şamê pêşkêş kiribûn û ew tevahî dikevin xizmeta berjewendiya hikumeta Şamê û vegerandina serweriya wê li başûrê Sûriyê.

​​​​​​​Nesir Ebdurezaq Ferwan: Nexşerêya Rûsyayê ji bo Derayê neşxerêya heqaretê ye
18 tebax, 2021   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN - ŞEYMA ELÎ

Piştî gelek civînên di navbera Rûsya û komîteyên navendî yên li Derayê de, Rûsyayê di 15’ê Tebaxê de nexşerê pêşkêş kir. Çekdarên xwecihî û piranî welatiyên Derayê bendên vê nexşerêyê red kirin.

Şandeya rûsî bi rêya civîna bi komîteyên navendî yên Derayê re nexşerêyeke pêşkêş kir. Ew nexşerê jî dişibe ferzkirina teslîmbûnê û tê de gelek xal hene; kişandina çekan û koçberkirina kesên ku hikumeta Şamê wan dixwaze ber bi herêmên bakurê Sûriyê ve ku ji hêla dagirkeriya Tirk ve hatine dagirkirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku şandeya rûsî di civîna ligel komîteyên navendî yên Derayê de gelek xal ji bo çareserkirina rewşa Derayê pêşkêş kirin; ew jî rakirina dorpêça li bajarê Dera El-Beled, bicihkirina polîsên sivî li gelek nuqteyan û meşandina dewriyeyên Rûsyayê, kişandina çekan ji sivîlan, koçberkirina kesên ji hêla hikumeta Şamê ve tên xwestin û bi dehan kesên ku li dijî lihevkirinê ne.

BENDÊN NEXŞERÊYÊ

Li gorî rojnameya Şerq El-Ewsat, bendên nexşerêyê ev in; “divê navendeke hevbeş ji bo çavdêriya rewşa li Dera El-Beled were avakirin, divê nexşerê bi hevkariya nûnerên ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Wezareta Parastinê ya Sûriyê û hêzên ewlehî-îstîxbaratê pêk were, beşên polîsan li Dera El-Beled ji nû ve bên vekirin, dewriyeyên hevbeş ên Sûriye-Rûsyayê li derdora Dera El-Beled bi beşdariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê û îstîxbarata hikumeta Şamê werrin meşandin, navendeke çareserkirina rewşa çekdarên ku naxwazin ji Dera derkevin - ji bilî çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El-Nusra- were avakirin, Divê rewşa kesên neçûne leşkertiyê were çareserkirin û demeke ji wan re were diyarkirin, divê desthilata qanûnî û saziyên rêveberiya herêmê li gund û bajarokên di vê dawiyê de pirsgirêk çêbûne vegerin.

Ji bendên din ên nexşerêyê; divê lêgerîna kesên rewşên xwe çareser nekirine were kirin, her wiha li depoyên çek û cebilxaneyan bigerin. Dewriyeyên hevbeş ên Rûsyayê û Sûriyê li tevahî taxên hundir ên Dera El-Beled pêk werin, ew jî bi rêya polîsên leşkerî û îstîxbaratê da ku bendên peymanê neyên binpêkirin.

Her wiha, divê komîteyên danûstandinê yên navendî li Dera welatiyan îqna bikin ku li êrişan li dijî hêzên hikumetê pêk neyînin, divê piştgiriya hebûna hêzên Rûsyayê bikin ku garantorê peymana navneteweyî ye, alîkarî ji xebata komîteya çareserkirina rewşan re were pêşkêşkirin û piştevaniya xebata saziyên şaredariyan, tenduristî û perwerdeyê were kirin.”

Ruxmî danûstandina li ser pêşniyara Rûsyayê jî, lê hina jî ji her du aliyan ve li herêmê binpêkirin heye. Şeva din hêzên hikumeta Şamê û Furqeya 4’an taxên Dera El-Beled yên dorpêçkirî topbaran kirin, hemwextî wê jî di navbera çekdarên xwecihî û hêzên hikumeta Şamê de li derdora Dera El-Beled şer derketibû.

Li gorî SOHR’ê, piştî ragihandina komîteya danûstandinê ku wan hîna pêşniyara Rûsyayê bi temamî qebûl nekiriye, topbaran û şer derket.

Duşemê, hêzên hikumeta Şamê bi ser gelek malên li bajarê Hare yê bakurê Derayê de girtin û bi pey gelek ciwanan ket. Ew yek bi tawana ku wan di çend rojên berê de bi çekên giran êrişî nuqteyên leşkerî kiribû, pêk hat.

Malpera Kombûna Ehrar Horan li gorî çavkaniyekî taybet daxuyand ku komên girêdayî şaxê ewlehiya dewletê bi ser çend malên li Hare de girtin û xwediyên wan malan bi pêkanîna êrişan li dijî nuqteyên leşekerî li hundir û nêzî bajêr, tawanbarkiribûn.

‘NEXŞERÊYA HEQARETÊ’

Girêdayî mijarê, analîzvanê siyasî Nesir Ebdurezaq Ferwan nexşerêya ku Rûsyayê ji bo bidawîkirina rageşiya li Derayê pêşkêş kiriye, bi "heqaretê" wesif kir ku li gorî berjewendiya hikumeta Şamê ye û wiha got: "Nexşerêya ku komîteyên navendî yên li Dera yekşemê wergirtiye, rastî bertekên welatiyan hat. Welatiyan bendên wê bi heqaretê wesif kirin û gotin ji bo berjewendiyên hikumeta Şamê û armancên wê ewlehî û leşkerî ne. Bi giştî armanca ji nexşerêyê vegera desthilata ewlehî û leşkerî ya hikumeta Şamê li herêmên başûr e."

Têkildarî bendên nexşerêyê jî Ferwan ev nirxandin kir: "Di navaroka nexşerêyê de hat gotin ku divê çekên giran, navîn û sivik ên di destê şervanên li herêmê de werin radestkirin, da ku rewşa çekdaran di aliyê ewlehî de bê çareserkirin. Li gel wê jî divê tevahî çekdar ji Dera el-Beled derkevin û biçin herêma bêçek a li bakurê Sûriyê. Kesên rewşên xwe çareser nekirine were şopandin û li çek û cebilxaneyên li Dera El-Beled bigerin.”

Ferwan da zanîn ku di naveroka nexşerêyê de hat eşkerekirin ku divê dewriyeyên hevbeş ên saziyên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta Şamê û polîsên leşkerî yên Rûsyayê pêk werin. Dê piştî wê jî rewşa kesên ji leşkertiyê revîne were çareserkirin û wan bişînin nuqteyên wan ên leşkertiyê. Her wiha dê nuqteyên kontrol û keşfkirinê li derdora Dera ji bo rêxistina çûn û hatina sivîlan werin danîn.  

Ferwan bendên vê nexşerêyê bi bendên ku hêzên hikumeta Şamê beriya du mehan ji welatiyên Derayê re pêşkêş kirine, şiband û wiha pê de çû: "Bi gelemperî bendên vê nexşerê ji bendên ku komîteya ewlehî ya girêdayî hikumeta Şamê ku beriya du mehan pêşkêşî welatiyên Derayê kiriye, ne cuda ne û ev nexşerêya heqaretê ye. Tu bend nayên qebûlkirin û di gera danûstandinan de ku duh hatiye lidarxistin tevahî bend hatin redkirin."

Ferwan anî ziman ku heta vê kêliyê tu lihevkirin çênebûne û ev tişt got: "Dibe ku li başûrê Sûriyê bi giştî qonaxeke nû dest pê bike û şerekî gel dest pê bike. Bi wê re kaxiz tevlihev bibin û mase hilweşe."

YEKALÎBÛNA RÛSÎ

Li ser zelalbûna Rûsyayê di pêşniyarên ku pêşkêş kirine de, Ferwan wiha anî ziman: "Bê guman Rûsyayê tevahî sozên xwe binpê kirin û eşkere bû ku ew navbeynkarekî ne durist e û garantorekî pê bawerî nabe ye. Her wiha nexşerêya ku pêşkêş kiriye ji ya komîteya ewlehî ya girêdayî hikumeta Şamê zêdetir bi heqaret e."

AVAKIRINA DESTEYEKE SIYASÎ Û LEŞKERÎ

Li ser avakirina desteyeke siyasî û leşkerî li başûrê Sûriyê Ferwan ev yek got: "Di lihevkirina Tîrmeha 2018’an ya di navbera Rûsya û Îsraîlê de, li ser wê yekê hat lihevkirin ku hêzên Îranê ji başûrê Sûriyê derxin. Lê mijar bi paş xistin, ji ber ger hêzên Îranê hatin derxistin, dê valahiyek li başûr çêbibe û dê hikumeta Şamê jî nikaribe wê valahiyê dagire. Bi vê yekê re dê vê valahiyê komên Sunî dagirin, lê tu alî vê yekê qebûl nakin.

Bi wê re xebata avakirina desteyeke siyasî û leşkerî ya dirzî hat destpêkirin, da ku valahiyê dagire û vegere Rêveberiya Xweser. Ew yek jî piştî hêzên Lîwa Durzî ya bi piştgiriya Îsraîlê û hêzên Lîwa 8’an a bi piştgiriya Rûsyayê bibe yek, tevî wê jî siyaset heye, pêk tê. Her du hêz bi fermanên derve yên Brîtanya û Îsraîlê hat avakirin.  Navê wê Meclisa Sûriyê ya Guhartinê ye. Bi wê re Rêveberiya Xweser a başûr li ser bingeha erdîngariyê amade ye, ne li ser bingeha mezhebî yan jî etknîk.”

‘ARMANCA OPERASYONA LEŞKERÎ ÎRAN E’

Li ser îhtîmala pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî Derayê Ferwan wiha got: "Belê, dê operasyoneke leşkerî ya mezin pêk were, bi wê re dê hêzên Îranê ji Derayê derkevin, di serî de jî hêzên Lîwa 8’an û hêzên Feyleqa 5’an û dibe ku hêzên hevalbend û Îsraîl asîmanê biparêzin. Îsraîlê di 2017’an de ragihandibû ku dixwaze başûrê Sûriyê bike parkeke aştiyê û beriya çend mehan jî dîsa got başûr dixwaze."

Nesir Ebdurezaq Ferwan behsa xwestekên welatiyên Dera yên bidawîkirina şerê li herêmê kir û wiha dawî li nirxandina xwe anî: "Xwesteka piranî welatiyên Dera pêkanîna armancên şoreşê ne. Lê heke danûstandin bi bin ketin dê vegere pêvajoya şerê şoreşgerî."

(fr)

ANHA