Hizbullahê berê xwe da eniya başûrê Lubnanê

Da ku ji krîza hundirîn û destwerdana li Sûriyê bireve, Hizbullahê senaryoya şerê li Lubananê nexşe dike û welat li beramber şerekî vekirî li eniya başûr rû bi rû dihêle.

Hizbullahê berê xwe da eniya başûrê Lubnanê
18 tebax, 2021   08:28
BEYRÛT

Dewleta Lubnanê ku li hember dabînkirina nan ji welatiyan re bê çare maye, ber bi şerekî ve diçe ku kilîtên wê di destê Hizbullah de ne û vê yekê bi bi piştgiriya Îranê dike.

Piştî ku Hizbullahê xwe li ser siyaseta Lubnanê ferz kir û hûrgiliyên dewletê bi dest xwe ve anîn, bi rêya nexşekirina şerê li eniyê başûr dixwaze çav ji ser berpirsyariyên xwe yên li hember azarên welatiyan ên aborî, civakî û mirovî bibe.

HIZBULLAH CAREKE DIN ŞERÊ LI BAŞÛR NEXŞE DIKE

Girêdayî mijarê, analîzvanê siyasî Seed Kîwan ji ajansa me re axivî û wiha got: "Ev îhtîmal heye û berê jî Hizbullahê di gelek boneyan de pêk aniye. Yek ji wan pêvajoya Tîrmeha 2006’an e. Xwest piştî sîuqastkirina serokê hikumeta Lubnanê yê wê demê Refîq El-Herîrî kaxizan li nav hev bixe, koma serweriyê bi biryarê ve girêdayî be û artêşa Sûriyê ji Lubnanê vekişe."

Kîwan wiha domand: "Hizbullah careke din bone bi kar anîn. Di salvegera yekemîn a sûcê teqîna bendera Beyrûtê di 4’ê Tebaxê de, moşek avêtin Îsraîlê, bi wê re Îsraîlê bersiva moşekan da. Dûre careke din Hizbullah bi moşekên ji cureya Şiwiya-Hasbiya Îsraîl topbaran kir. Da ku nerazîbûna gel li Beyrûtê ku li dijî desthilatê, binixumîne û xebata lêpirsînerê edlî Tariq Bîtar winda bike."

Li ser neavakirina hikumeta Lubnanê, Kîwa daxuyand ku ev yek dihêle Hizbullah bikeve nava zehmetiyan û wiha dewam kir: “Ji ber ew xwediyê biryarê ye û hevalbendê Mîşel Ewn û aliyê sunnî yê bi nûnertiya Seed El-Herîrî ye. Her wiha hevalbendê Necîq Mîqatî ye ku ew jî bi El-Herîrî û serokên hikumetê yên berê re hevgirtî ye.”

Li ser israra Hizbullahê ya rageşiya li eniya başûr Kîwan wiha anî ziman: "Ji ber ew çeka herî aktîf e ku Hizbullah bi wê dixwaze gel pê ve girêdayî be."

‛HESABÊN ÎSRAÎLÊ HENE Û RAGEŞÎ NE VEBIJÊRKEK E’

Ji rageşiya dawî ya li başûrê Lubnanê ya di navbera Hizbullah û Îsraîlê de eşkere bû ku tedbîrên leşkerî ne rageşî bûn. Ji ber ku artêşa Îsraîlê siyaseta bersivdanê bi lêkolîn pêk anî. Ev yek jî bi topbarana Îsraîlê ya li dijî qadên vekirî û hawîrdorê yên başûrê Lubanê bêyî hedefgirtina nuqteyên leşkerî yên partiyê û tu ziyanên ji Hizbullahê diyarker bû.

Li ser vê yekê Seed Kîwan da zanîn ku peyam eşkere bû ku rageşî bilind nebe û ev tişt got: "Hesabên Îsraîlê cuda ne, ew bi awayekî pratîkî li ser biryara tevgerê ya li Sûriyê xwedî kontrol e û dikare bi awayekî mayînde li ser Hizbullah û Îranê bi kontrol be, kapasîteya Hizbullahê  ya leşkerî û lojîstîk û veguhastina çek û moşekan xirab bike. Îsraîl vê yekê bi desteka Rûsyayê pêk tîne."

Kîwan eşkere kir ku bi wê re pêdiviya Îsraîlê bi şer an jî bi êrişa li dijî Lubnanê tune ye û got: "Lê niha Îsraîlê piştî derketina Natanyahu ji desthilatê li beramber merheleya hikumetê ya nû ye. Bi vê tu berjewendiya Îsraîlê di vekirina eniya derve de tune ye, bi taybet hesabên wê yên herêmî berfireh in, ne tenê li sînor in."

Kîwan anî ziman ku biryara şer biryareke herêmî û navneteweyî ye. Bi her awayî biryar ne di destê Hizbullah an jî Îsraîlê bi tenê de ye. Lê belê kaxizeke di destê Îranê de ye ku dixwaze ji bo dan û standinên bi DYA’yê re di dema guncaw de bi şer an aştî bi kar bîne. Her wiha Îran dixwaze bi rêya fişara li Washingtonê cezayên li ser xwe rake.

 (fr)

ANHA