Rojnameyên erebî: Îsraîlê nuqteyên Îranê yên li Sûriyê bombebaran kirin

Rojnameyên erebî yên îro behsa êrişa Îsraîlê ya li Sûriyê, rewşa Efganistanê û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Îsraîlê nuqteyên Îranê yên li Sûriyê bombebaran kirin
18 tebax, 2021   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ÎSRAÎLÊ ‘HERÊMA HIZBULLAHÊ’ YA LI QUNEYTÎRAYÊ BOMBEBARAN KIR’

Têkildarî êrişa Îsraîlê ya li Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Duh Îsraîlê devereke li Colanê ya gundewarên Quneytîrayê ku Hizbullah û hêzên rejîma Sûriyê lê aktîf in, bombebaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh ragihand ku li gundewarên bakurê Quneytîrayê ji ber bombebarana Îsraîlê li dijî nuqteyên leşkerî yên nêzî bajarokê Heder ku mîlîsên girêdayî Îranê lê bi cih bûne, teqînan rû daye.

Ajansa femrî ya Sûriyê SANA’yê jî ragihand ku 2 moşek li nuqteyan Qeris Nefil a li nêzî gundê Heder ketine.

Îsraîlê sala 2018`an jî ev herêm bombebaran kiribû. Rayedarên rojavayî got Hizbullah bi temamî li ser gundê Heder û derdora wê serwer e û destnîşan kir ku beriya hefteyekê Îsraîl û Hizbullahê li Mezarî Şebîa bi hev ketibûn.”

‘ŞERÊ HERÎ DIRÊJ: AMERÎKA DAGIRKERIYA XWE YA LI EFGANISTANÊ ÇAWA DINIRXÎNE?’

Têkildarî rewşa Efganistan jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Piştî ku Kabul ket destê tevgera Talîbanê ya tundraw, leşkerên Amerîkayê yên li Efganistanê mabûn, bê hêvî man. Dîmenên trajîk ên li balafirgeha Kabulê, Saîgonê tîne bîra mirov.

Şerê herî dirêj di dîroka Amerîkayê de bi têkçûna li hemberî dijminê ji beriya 20 salan ew têk biribû, ber bi bidawîbûnê ve diçe. Hilweşîna bilez a hikumetê û artêşê ku Washingtonê piştgiriya wan dikir, her wiha derxistina biyaniyan û tevliheviya li balafirgeha Kabulê, şoqeke mezin çêkir.

Leşkerên Amerîkayê digot ew li dijî rêxistina El-Qaîde bi ser ketine ku ji Efganistanê êriş pêk dianîn, lê belê dîmenên tevlîheviya îro li Efganistanê têkçûna welatê wan radixe pêş çavên wan.”

‘ÎXWANÊN LÎBYAYÊ PARASTINA HEBÛNA ÇETEYAN DIKIN’

Rojnameya El-Beyan jî behs rewşa Lîbyayê kir û wiha nivîsî: “Îxwanên Lîbyayê û hevalbendên wan bi tundî êrişî komîteya leşkerî ya hevbeş a 5+5 kir, ji ber ku komîteyê banga rawestandina hemû lihevkirinên bi welatên biyanî re kir û xwest hemû çekdarên biyanî ji seranserê welêt derkevin. Mîlîsên li rojavayê Lîbyayê yên girêdayî Îxwanan jî êrişî komîteya leşkerî kir. Çavdêran teqez kir ku êrişa li dijî komîteya leşkerî ya hevbeş, stratejiyeke Îxwanan û alîgirên wan e (fermandarên mîlîsan, bazirganên şer û gendeliyê û hin tevgerên girêdayî Îxwanan).

Komîteya leşkerî namyek ji meclisa serokatiyê , hikumet, parlamantoyê û şandeya navneteweyî re şand. Tê de xwest ku biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2510’an a girêdayî derketina çete û çekdarên biyanî ji xaka Lîbyayê, pêk were. Her wiha xwest pêkanîna peyman û muzakereyên lihevkirinê yên leşkerî yên bi welatên biyanî re li seranserê Lîbyayê, were rawestandin.

Komîteyê, meclisa serokatiyê û Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya demkî û parlamanto hişyar kir ku ji ber xetereya rewşê û valahiya li cihê wezîrê parastinê hetan niha, şer rû bide. Her wiha bang li serokê şandeya navneteweyî kir ku zextê li komîteya 75 bike da ku bingeheke destûrê erê bike û hişyarî ji rawestandina agirbestê heke hilbijartin betal bûn, da.”

(cx)