Faris Herbo: Divê Iraq li hemberî dewleta Tirk bêdeng nemîne

Faris Herbo têkildarî bêdengiya hikumeta Iraqê ya li hember êrişên dewleta Tirk got, çima hikumeta Iraqê ya ku li hemberî parastina gelê xwe li hemû deverên Iraqê berpirs e, bê deng maye?

Faris Herbo: Divê Iraq li hemberî dewleta Tirk bêdeng nemîne
18 tebax, 2021   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Şengal ji 16'ê Tebaxê ve ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebarankirin û di encamê de fermandarekî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Seîd Hesen û şervanekî YBŞ`ê şehîd bûn û hin sivîl birîndar bûn.

Rêveberê Komîteya Têkiliyan a Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo têkildarî mijarê ji ajansa me re diyar kir ku Şengal ji 16'ê Tebaxê de ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve tê bombebarankirin û armanc jî ku herêmê dagir bike û gel koçber bike.

Faris Herbo got: "Mixabin me di 16'ê Tebaxê de fermandarekî êzidî Seîd Hesen ku rêveberiya YBŞ’ê dikir û biraziyê wî, winda kir.”

Faris destnîşan kir ku dewleta Tirk careke din Şengal kir hedef û nexweşxaneya gundê Sekîniyê ya başûrê çiyayê Şengalê bombebaran kir û di encamê de birîndar û şehîd çêbûn.

Herbo  piştrast kir ku ev êriş berdewama qirkirina civaka êzidî ye û got: “Îro em dibînin ku dewleta Tirk bi seroketiya Erdogan dixwaze tişta ku DAIŞ'ê dest pê kiriye, temam bike û gelê êzidî tune bike."

Faris Herbo di dawiyê de got çima hikumeta Iraqê ku parastina gelê xwe li hemû deverên Iraqê berpirsyariya wê ye, bê deng maye?

(dm)

ANHA