Hevserokê PADÊ Omer Salih: Em teslîmî êrişan nabin

Hevserokê PADÊ Omer Salih diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê bi armanca pêkanîna peymana 9'ê Cotmehê pêk hatiye û got "Em gelê Şengalê teslîmî van êrişan nebin."

Hevserokê PADÊ Omer Salih: Em teslîmî êrişan nabin
18 tebax, 2021   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENÎZ

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Sikêniyê yê li başûrê çiyayê Şengalê 4 êrişên hewayî li dijî nexweşxaneyekê pêk anîn. Di encama êrişê de kuştî û birîndar çêbûn.

Ji fermandarên YBŞ'ê Îsa Hesen û şervan Îsa Xwedêda beriya civîna rêveberiya Şengalê ya bi serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re bi êrişên balafirên bêmirov hatin şehîdxistin.

Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidî (PADÊ) Omer Salih ku êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî nexweşxaneya li gundê Sikêniyê nirxand û diyar kir ku ev êriş plankirî ne.

Hevserokê PADÊ Omer Salih got:  "Duh me dê bi rayedarên hikumeta Iraqê re civînek pêk bianiya ku dê serokêwezîrê Iraqê Kazimî û wezîrê karên derve tev li bibûna. Navên beşdarên civînê ji me xwestin. Me lîsteya hevalên xwe yên ku dê di wê civînê de cih bigirta, dan. Dema ku Kazimî gihaşt Mûsilê, êrişa duh rû da. Di vê êrişê de fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn. Di dema oxirkirina fermandarê YBŞ'ê êrişa duyemîn li nexweşxaneya li gundê Sikêniyê pêk hat. Li dijî nexweşxaneyê 4 êrişên hewayî çêbûn. Li vir mirovên me hene ku hatine kuştin û birîndarkirin. Ji bo ku gel neçe hawara birîndaran, balafir bê navber difirin. Tevgera balafiran di saetên dawîn de kêm bûye."

Omer Salih diyar kir ku armanca vê êrişê pêkanîna peymana 9'ê Cotmehê ye û wiha axivî: "Bi van her du êrişên dewleta Tirk a mêtinger hewl dide peymana 9'ê Cotmehê bi cih bîne. Dixwazin bi vê komkujiyê gelê Şengalê bitirsînin û peymana komploya 9'ê Cotmehê erê bikin. Wek gelê Şengalê em ê tu carî teslîmî vê peymana qirêjî nebin. Tevî ku dewleta Tirk ji her du êrişan berpirsyar e jî, ji êrişa li dijî civaka êzidî hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê jî berpirsyar in."

Omer Salih diyar kir dewleta Tirk hewl dide komkujiya li ser Êzîdxanê ya ku DAŞ'ê nikarîbû pêk bîne, ji nû ve bi cih bîne û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi sûdwergirtina ji bêdengiya navneteweyî bi rehetî komkujiyan li ser gelê êzidî pêk tîne û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Wek gelê êzidî em ê tu carî xwîna gelê xwe li erdê nehêlin. Em ê xwedîtiyê li mîrateya şehîdên xwe bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi vê êrişê armanc dike ku komkujiya ku DAIŞ'ê nekarî bibe serî, temam bike. Lê niha gelê Şengalê bi rêxistin e. Heta ku şengaliyek bi tenê bimîne em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Divê berpirsên vê êrişê tavilê hesab bidin."

ANHA