Şaredariya Gel li Kobanê tevî astengan jî xebatên xwe berdewam dike

Şaredariyên Gel li kantona Kobanê tevî astengên îsal pê re rû bi rû mabû jî, xebatên xwe yên xizmetguzariyê berdewam dike.

Şaredariya Gel li Kobanê tevî astengan jî xebatên xwe berdewam dike
18 tebax, 2021   07:57
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Şaredariya Gel a Kantona Kobanê meha Gulanê dest bi kar û xebatên xwe yên xizmetguzariyê yên îsal kir ku heta niha gelek ji projeyên xwe pêk anîn û hin ji wan jî hîn di pratîkê de ne.

Ji girîngtirîn xebata ku şaredariyan pêk anîye, rêyên kantonê bi rûbera 45 km bi kevirê şikandî dagirtiye û Şaredariya Qenayê ya rojavayê Kobanê 17 km, şaredariya Sirînê 6 km, şaredariya Kobanê jî 23 km çêkirin û rêyên xerabbûyî jî bi rûbereke 39 km dagirtin.

Şîrketa Firatê ya Îsfeltê 11 ton îsfelt derxistiye û têkildarî qîrkirina rêyan heta niha 5 km li kantonê hatiye qîrkirin.

Di vê demê de li ser banga Komîteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji Şaredariya Gel a Kantona Kobanê re xebatên xizmetguzariyê yên taybet bi qîrkirina rêyên hundirê bajarê Kobanê hatin rawestandin û sedema vê yekê jî vedigere kalîteya madeya îsfeltê.

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Kantona Kobanê Hecî Ehmed ji ANHA`yê re ev nirxandin kir: "Sedema ku îsal rêyên li hundirê bajarê Kobanê bi derengî hatin qîrkirin vedigere vekirina parzûneke taybet bi madeya isfeltê li Hesekê ku hilberîna wê ya ji îsfeltê re ya herî baş e. Vê yekê hişt Komîteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga rawestandina qîrkirina rêyên hundirê bajêr bike da ku di zûtriîn dem de cureyeke baş ji îsfeltê ji me re bişîne."

Têkildarî derengmayîna hin projeyan Hecî Ehmed got:"Îsal hin astengî derketin pêşiya me ji ber wê hin proje dereng man, ji wan projeyan derengmayîna diyarkirina pereyên ku îsal ji bo xebatên xizmetguzariyê hatine veqetandin e.”

Der barê sererastkirina rêyan, Komîteya Şaredariyan rêya Koban-Heleb heta çerxerêya Sirînê bi dirêjahiya zêdetirî 30 km çêkir, her wiha rêyên di hundirê bajarê Kobanê de jî rast kir û niha jî rêya Kobanê û gundê Minazê sererast dike.

JI BO PEDAKIRINA AVA VEXWARINÊ XEBAT TÊN KIRIN

Têkildarî projeyên avê yên ji bo kantonê, Komîteya Şaredariyan da zanîn ku di halê hazir de li  ser projeyên dayîna ava vexwarinê dixebitin da ku hewcedariyên bajêr û gundewar ên ji ava vexwarinê dabîn bikin û dê ev proje serê meha Îlona bê bikeve xizmetê.  

Komîteya Şaredariyan ji Gulana derbasbûyî ve dest bi projeya ava vexwarinê ya li ser ava Firatê kir û bîr kolandin da ku avê jê bikişînin û xeteke kehrebê ji navçeya Sirînê heta navçeya Şêxler bikişînin ji bo ku kehrebê bidin pompeyên avê.

Piştî rêjeya ava Firatê kêm bû li Sirînê Komîteya Şaredariyan li ser ava Firatê bîr kolan da ku avê ji welatiyan re dabîn bike. Dê tevahiya niştecihên Sirînê sûdê ji vê bîrê werbigirin û dê meha Îlonê bikeve xizmetê.

Komîteya Şaredariyan sehrîcên avê dikirin da ku avê bidin gundên ku av nagihêje wan, wekî gundên girêdayî Şaredariya Remale ku hejmara wan 28 gund in.

(eh)

ANHA