Artêşa Tirk gundên navçeyên Şera û Şêrawayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên navçeyên Şera û Şêrawayê yên kantona Efrîna dagirkirî bi dijwarî topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundên navçeyên Şera û Şêrawayê topbaran dike
18 tebax, 2021   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Di van kêliyan de dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên Soxanekê, Aqîbê û Ziyaretê yên Şêrawa û gundên Meranazê, Malkiyê, Irşadiyê û Şewarxa yên navçeya Şera yên kantona Efrînê bi mûşekan topbaran dikin.

Heta niha topbaran berdewam e û tu agahî li ser ziyanan bi dest neketine.

(fr)

ANHA