​​​​​​​Bangên ji bo parastina mîrataya çandî ya Efrînê û cezakirina sûcdaran

Siyasetmedarên ji kantona Efrînê bang li rêxistina UNESCO kir ku li hemberî mîrateya mirovî ya li kantona Efrînê bi erka xwe rabe û têkildarî sûc, wêrankirina û talankirina şûnwarên kantonê ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tînin, hesab bixwazin.

​​​​​​​Bangên ji bo parastina mîrataya çandî ya Efrînê û cezakirina sûcdaran
18 tebax, 2021   07:15
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Siyasetmedar Bedran Hemo got li herêma Efrînê berhemên gelek şaristaniyan hene û ev yek jî dîroka Efrînê nîşan dide.

Hemo got: "Tirkiye bi gelek aliyan re li hev kir ku êrişî Efrînê bike û bi rêya êrişên Tirkiyê yên li dijî kantona Efrînê şûnwar ku di lîsteya UNESCO’yê de hatine tomarkirin, kirin armanc. Lê belê li hemberî vê yekê rêxistinên cîhanê tu helwest nîşan neda û di encamê de hemû dever û girên ku îsbata çanda gelê Efrînê ya kevnar dike, hatin hilweşandin."

Hemo da zanîn ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ya ji van êrişan ew e ku nasnameya gelê Kurd ê li Efrînê ji holê rake û çanda wan jî biçewisîne.

Hemo bang li UNESCO’yê kir ku li hemberî talankirin û wêrankirina şûnwarên Efrînê bi erka xwe rabe û hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwaze.

Siyasetmedar Îbrahîm Xelîl jî diyar kir ku dagirkeriya Tirk sûcên Osmaniyan dubare dike. Xelîl wiha axaftina xwe domand: "Dagirkeriya Tirk bi rêya êrişên li dijî kantona Efrînê xwest çanda Kurdan a li Efrînê biçewisîne, şûnwarên kal û pîrên Kurdan û hemû şûnwarên li kantonê û navçeyên wê wêran bike. Armanc ji vê yekê jî guhartina demografiya Efrînê ye."

Îbrahîm Xelîl bang li rêxistinên peywendîdar kir ku parastina mîrateya mirovî bikin û bi erka xwe ya mirovî rabin.

Li navenda Efrînê û her 6 navçeyên wê zêdetirî 130 şûnwar hene ku dîroka wan vedigere şaristaniyên beriya zayînê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3fzMsidAqxE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>