Ji bo azadiya endamên RJAK`ê ku ji aliyê PDK`ê ve hatin girtin kampanyaya îmezeyan

Komeke aktivîstên jin û rojnamevanan ji bo endam û rêveberên Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê kampanyayeke îmzeyan dan destpêkirin.

Ji bo azadiya endamên RJAK`ê ku ji aliyê PDK`ê ve hatin girtin kampanyaya îmezeyan
17 tebax, 2021   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 7.emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclisa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelekê ve hatin binçavkirin. Ev 12 roj in çarenûsa rêveber û endama RJAK’ê nediyar e.

Komek aktivîstên jin û rojnamevan ji bo azadiya endamên RJAK’ê ên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, kampanyayek ragihandin.

Li ser navê koma aktivîst û rojnamevanan daxwaznameyak ji bo Desteya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Herêma Kurdistan, Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman, raya giştî û hemû aliyên pewndîdar hate şandin û belavkirin.

Di daxwaznameyê de hate gotin:" Em ji bo azadiya 3 aktivîstên jin ên RJAK’ê kampanyayek îmzeyan didin destpêkirin. Her kesê xwe berpirs dibîne û dijî tundûtujiyê disekine, bila li binê vê daxwaznameyê îmzeya xwe bavêje. RJAK rêxistinek fermiye û ji bo hişyariya jinan û civakê kar dike. RJAK dijî tundûtujî, kuştina jinan û dijî dagirkeriyê, ji bo civakek azad û demokrat kar dike.”

Navê aktivîst û rojnamevanên kampanya dane destpêkirin ev in:

Semîra Nadir

Jîno Reşîd

Elî Mehmud

Newroz Fazil

Kejal Ebdulqadir Şerîf

Şano Îbrahîm Meto

Lîman Şîwêş

Rubar Yusif

Nadya Îlah

Qeywan Meruf

Tara Mihemed

Şîne Qeredaxî

Bêrîvan Şaho

Sirwe Fayeq

Hunermend Awarexan

Parêzer Çorxan

Lida Weerts

Nêrgiz Rehman

Şîlan Mihemed Mehmud Emîn

Bêrîvan Mihemed

Nermîn Osman Mihemed

Awat Ebdulrehman Resul

Muzefer Ebdula

Mihreban Elî Hisên

Gulale Mihemed

Niyaz Ebdula