PYD: Şengal ne bi tenê ye, gelê Kurd dev jê bernade

PYD`ê, êrişa duh a li dijî Şengalê wekî binpêkirina serdestiya Iraqê hesiban û bang li Iraqê kir ku parastina serweriya xwe bike.

PYD: Şengal ne bi tenê ye, gelê Kurd dev jê bernade
17 tebax, 2021   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD`ê îro der barê êrişa ku balafireke dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengalê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, Şengal di 16`ê Tebaxê de careke din bû hedefa dewleta Tirk a faşîst ku fermandarekî YBŞ`ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ`ê Îsa Xwedêda li navenda bajarê Şengalê hatin şehîdxistin.

Her wiha PYD`ê destnîşan kir ku di salvegera 3`emîn a şehadeta Mam Zekî Şengalî de û bi heman hovîtiyê êriş hate kirin û ev yek diyar dike ku dewleta Tirk israr dike ku civaka Êzidî bê rêveberî bihêle. PYD`ê di daxuyaniya xwe de got êrişa li ser Şengalê binpêkirina serweriya Iraqê ye.

PYD`ê da zanîn ku Şengal ne bi tenê ye, gelê Kurd dev jê bernade.

Meclisa Giştî ya PYD`ê pişrast kir ku Şengal parçeyek ji dewleta Iraqê ye, divê Iraq der barê êrişên hovane li ser parçeyên Iraqê bêdeg nemîne û divê di hemû rewşan de parastina serweriya xwe bike ji ber bêdengî destekê dide dijminan ku zêdetir êrişan pêk bîne.

Her wiha di daxuyaniyê de PYD`ê bang li hemû hêzên siyasî û partiyên kurdî kir ku der barê êrişên li ser koka Kurdan bêdeng nemîne û bi gelê Êzidî re bisekinin.

 (bx)

ANHA