Li Tebqayê tedbîrên pêşîlêgirtina pêla 4’an a ‎Koronayê tên girtin

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê dest bi tedbîrên pêşîlêgirtina pêla 4’an a vîrusa Koronayê dike. Komîte dayîna derziyên vîrusa Koronayê didomîne û navendên karantînayê jî ji nûve amade dike.

Li Tebqayê tedbîrên pêşîlêgirtina pêla 4’an a ‎Koronayê tên girtin
17 tebax, 2021   08:40
TEBQA

Vîrusa Koronayê ya (Delta Mutant) pir metirsîdar e, ji ber ku ji cureyên beriya xwe bi leztir belav dibe û zarok jî pê dikevin.

Ji ber wê yekê, Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê ji bo pêşîlêgirtina pêla nû ya koronayê gelek tedbîr girtin, ji wan tedbîran; dayîna hezar derziyên ji cureya Astrazinika di 11'ê Tebaxê de temam bike, navendên karantînayê bi alavên tenduristî û xizmetguzariyên guncaw sererast bike, her wiha di nava şêniyan de agahiyên li ser wê belav bike, da ku tedbîrên xwe bigirin.

Têkildarî jinûve amadekirina navnedên karantînayê, endamê rêveber ê navenda karantînayê ya Tebqayê Mihemed Xelîl wiha got: "Me ji nû ve navenda karantînayê amade kir, da ku ji bo rewşa pêketinê amade be. Her wiha dermanên guncaw, janatorên ji dayîna oksojînê ji navendê re hatin dabînkirin, xebatkarên tenduristiyê dê 24 saetan bixebitin, her wiha 2 erebeyên ambulancê yên taybet bi veguhastina pêketiyên vîrusê ji navendê re hene."

Her wiha komîteyê navend dabeşî 4 holan kir, 3 beş ji wan a pêketiyên navîn û yek jî ji bo astengdaran e heke bi vîrusa Koronayê ketin.

Girêdayî wê xeteke kehrebê ji navendê re hat amadekirin, da ku di dirêjahiya rojê de bixebtin û alavên kehrebeyê bê navber bixebitin. Li gel wê heke kehrbe ji nişkan ve qut bû, janatorên kehrebê hene.

Li gorî Mihemed Xelîl, eger rewşên pir giran hebin dê veguhêzin navenda karantîna ya taybet a nexweşxaneya Tebqa ya Wetenî.

Ji destpêka belavbûna pandemiya vîrusa Koronayê ji 2019’an ve û li gorî daneyên dawî ya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ên 16`ê Tebaxê dane, 19 hezar û 80 kes bi Koronayê ketine, 768 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 912 kes baş bûne.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2nSfxaPfjmY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>