​​​​​​​Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Zirganê topbaran dikin

Gundên başûrê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê ji aliyê hêzên dagirker ve tên topbarankirin.

​​​​​​​Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Zirganê topbaran dikin
13 tebax, 2021   15:20
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Rebîhan û Til Werd ên başûrê navçeya Zirganê topbaran dikin.

Li gorî agahiyên ku ji navçeyê hatine girtin, di topbaranê de malên sivîlan dibin hedef û tevgerke koçberiyê heye.

Derbarê ziyanên mirovî de agahî bi dest neketin.

ANHA