Dayikên Çarşemê: PDK`ê li gorî fermana dewleta Tirk tevdigire

Dayikên Çarşemê hedefgirtina gerîlayan ji aliyê PDK`ê ve bi îxanetê bi nav kir û gotin ku PDK`ê li gorî fermana dewleta Tirk a dagirker tevdigire.

Dayikên Çarşemê: PDK`ê li gorî fermana dewleta Tirk tevdigire
13 tebax, 2021   06:14
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Koma gerîlayên ku di 26`ê Tîrmehê de li gundê Bêxme ya navçeya Xelîfan a Başûrê Kurdistanê rastî êrişa hêzên PDK`ê hatî, heta niha tu agahî li ser wan nehatine girtin.

Derbarê mijarê de, Dayikên Çarşemê ku dayikên gerîlayên HPG û YJA-Starê ne, nerînên xwe bi me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2021/08/13/061647_iqlma-hisn.webp

Dayika Iqlîma Hisên ku her du gerîlayan Bîrhat Amanos û Zinarîn Welat e, diyar kir ku ew li dijî vê kiryarê ne û ev kiryar encama lîstokên dewleta Tirk a dagirker e û wiha domand: “Dewleta Tirk dixwaze şerê birkujiyê derbixe, em naxwazin zarokên me bi destên hev bên şehîdxistin.”

Iqlîma diyar kir ku dewleta Tirk bi PDK`ê planên xwe li dijî gerîla dide meşandin û wiha got: “PDK`ê li gorî fermana dewleta Tirk tevdigire.”

Dayika gerîlayê HPG`ê Ednan Mihemed (Mîtan), Fadiya Ismaîl jî hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û bang li PDK`ê kir ku nekeve xefka dagirkeriya Tirk.

/kr/uploads/files/2021/08/13/061619_fadiya-ismal.webp

Fadiye hedefgirtina gerîlayan ji aliyê PDK`ê ve, bi îxanetê bi nav kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em piştgiriya gerîlayên xwe dikin, gerîla parastina hebûna gelê Kurd dike.”

Fadiye da zanîn ku heke PDK`ê di siyseta xwe de dewam bike ew ê zirarê bide gelê Kurd û destkeftiyên ku bi dest xistine.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cvou1bHK2lQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>