Li Efrîna dagirkirî di hefteyekê de 33 sivîl hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê hefteyê de li Efrîna dagirkirî 33 welatî revandin, aqûbeta 35 malbatan jî ne diyar e.

Li Efrîna dagirkirî di hefteyekê de 33 sivîl hatin revandin
13 tebax, 2021   05:55
ŞEHBA-FÎRAS IBRAHÎM

Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî bênavber didomin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku fidyeyê bistînin, di vê hefteyê de revandina şêniyên Efrînê yên resen bi hicet û tawanên bêbingeh zêde kirin.

Ajansa me navên welatiyên ku ji aliyê istixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin bi destxistin.

DI HEFTEYEKÊ DE 33 SIVÎL HATIN REVANDIN

Li navçeya Cindirêsê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 6 welatî revandin. Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Azad Fadil Erebo, Elî Bekir Elo, Îbrahîm Xalid Elo, Delîl ê ji gundê Celemê, Şikrî Ehmed Kendî yê ji Hemamê, Ebdulqadir Ebdunasir ê ji Keferdelê revandin.

Li Mabatayê istixbarata dewleta Tirk, Ebdîn Omer û Kawa Ebdîn Omer revandin.

Li navçeya Bilbilê jî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 7 welatî revandin ji wan navên Mihemed Hec Hisên, Azad Horîk Hebel, Selah Reşîd Horo û Selah Reşo Xîtar hatin zanîn.

Li navçeya Recoyê jî çeteyên El-Emşat şêniyê bi navê Ramî Omer Qere revand.

Li navçeya Şêrewayê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya istixbarata dewleta Tirk a dagirker Hemîd Hisên Mistefa û Merwan Şêxo Elî revandin.

Li navçeya Şera çeteyên Sultan Murad 15 welatiyên gundê Qirtqilaqê revandin ji wan navên van welatiyan hatin zanîn; Mihemed Berakat (60), Îbiş Berakat (20), Luqman Hemadê (20), Ehmed Ednan Mistefa (26), Ednan Mistefa (55), Ednan Berakat, Ebdîn Elî Şebab, Mihemed Şêx Ehmed, Luqman Şêx Ehmed û Egîd Ehmed Şebab.

AQÛBETA 35 MALBATAN NE DIYAR E

Heta niha aqûbeta 35 malbatan ne diyar e. Li gorî çavkaniyan istixbarata dewleta Tirk a dagirker şêniyek revand û bir dibistana gundê Kîmarê ku çeteyan ew kiriye baregeheke leşkerî.

Li gorî heman çavkaniyan, gelek şênî ji gundên Efrîna dagirkirî ji aliyê istixbarata dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin lê heta niha navên wan nehatin bidestxistin.

Ev sûc li Efrîna dagirkirî rû didin, li gel ku gelek kesayetên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li koçberên Efrînê dikin ku vegerin Efrînê û sozên nerast didin wan ku tu sûc li kantona dagirkirî nayên kirin.

(şx)

ANHA