Rojnameyên erebî: NY ji nakokiya li Derayê metirsîdar e

Rojnameyên erebî vê sibê der bar nakokiya li başûrê Sûriyê, rewşa Efganistanê û rewşa Lubnanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: NY ji nakokiya li Derayê metirsîdar e
13 tebax, 2021   07:19
NAVENDA NÛÇEYAN

‘METIRSIYEKE NAVNETEWEYÎ LI HEMBERÎ REWŞA DERAYÊ HEYE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rewşa Derayê wiha nivisî: “Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen got ew ji ber rewşa Derayê ya Başûrê Sûriyê ya xirab metirsîdar e.

Pedersen piştî civîna koma têkildarî kar û barên mirovî ya girêdayî koma navneteweyî ya piştgiriya bi Sûriyê re li Cinêvê daxuyaniyek da û got: “Di encama bilindbûna asta kiryarên dijminane yên li Derayê de sivîl birîndar bûn û zirar gihaşt binesaziya bajêr. Her wiha bi hezaran sivîl jî ji Dera El-Beled reviyan. Ji ber tunebûna sotemenî û gaza pêwîst ji bo çêkirina xwarinê, av û nan, sivîl zehmetiyan dikişînin. Alîkariyên tenduristiyê yên ji bo dermankirina birîndaran jî kêm in. Rewş pir xeter e û divê agirbest pêk were.”

Çekdarên xwecih berbanga duh êrişên din li djî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê pêk anîn. Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên polîsên leşkerî yên Rûsyayê duh sibê li ser gelek gundên rojhilatê gundewarên Derayê geriyan ku tê de êriş ji aliyê çekdarên xwecih ve pêk hatin.”

‘PIŞTGIRIYA JI TALÎBANÊ RE, JI ERDOGAN RE FIRSENDEK E’

Girêdayî rewşa Efgansitanê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Dewleta Tirk plan dike ku valahiya ji ber vekişîna hêzên rojavayî ya ji Efganistanê çêbûye, dagire. Di çarçoveya stratejiyeke firehtir de ku Asyaya Navîn di nav de ye, dewleta Tirk difikire ku bi kontrolkirina Talîbanê re derfet jê re çêbe ku hegemonyaya xwe li ser astên aborî û ewlehî li Efganistanê fireh bike.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan daxwaza xwe ya pêkanîna hevdîtinê bi rayedarê yekemîn ê Talîban re veneşart, ruxmî ku kontrolkirina Talîbanê ya li ser Efganistanê hîna bi dawî nebûye. Ev tê wateya ku Erdogan Talîbanê nas dike û helwesta DYA`yê çi dibe bila bibe û ruxmî cezayên ewropî , ew amade ye pê re hevkariyê bike.

Bê guman helwesta serokkomarê Tirk nîşan dide ku têkilî û lihevkirin di navbera Enqere û Talîbanê de hene, çi bi awayekî yekser be yan jî bi rêya dostên wan ên pakistanî yan jî qeterî be.

Li gorî çavdêrên rewşa Efganistanê, derketina Efganistanê ji şerekî demdirêj li gel bandorên wê yên neyînî yên li ser astên aborî û ewlehiyê, dê bala Tirkan bikişîne ku hevalbendên nû yên Talîban in û dê Efganistanê veguherîne sûkeke kelûpelên tirkî û dê derfetê ji dewleta Tirk re peyda bike ku reklama hilberînên xwe yên parastinê bike. Bi taybet dronan ku piştî encamên baş li Lîbya, herêma Nagornî-Qerebaxê bi dest xistin zêde belav bû.

Enqere di çarçoveya dîtineke firehtir de ku hegemonyaya Tirkiyê li Asyaya Navîn xurt bike, armanc dike têkiliyên xurt bi Talîbanê re deyne. Ji bo vê yekê pêk bîne sûdê ji têkiliyên dîrokî, nîjadî û mezhebî digire. Stratejiya dewleta Tirk ew e ku welatên xwedî dîrokeke hevpar veguherîne stûneke aborî û bazirganiyê ya herêmî û dê bibe sûdwarê herî zêde ji ber derfetên ku li cem wê hene.” 

‘LUBNAN… GELEK JI BO JIYANÊ LI BER XWE DIDE

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Çavê lubnaniyan li koşka serokatiyê ye ku hevdîtinên li du hev di navbera serokkomar Mîşel Ewn û serokê hikumetê yê erkdarkirî Necîb Mîqatî de li dar dikevin. Her kes li benda encamên sazkirina hikumeta nû ye ku di vê pêvajoyê de gelekî girîng e.”

(şx)