Ji ber teqîna mayinekê li Şêrewayê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li gundê Meyasê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê di encama teqîna mayinekê de zarokê bi navê Elaa Mihemed jiyana xwe ji dest da.

Ji ber teqîna mayinekê li Şêrewayê zarokekî jiyana xwe ji dest da
13 tebax, 2021   09:03
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, duh êvarê mayîn bi 2 zarokan de teqiyaye, ku birayên hev in. Dema ku zarokan pez li gundê Meyasê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê ya dagirkirî diçêrand, teqîn çêbûye.

Zarokê bi navê Mihemed Mihemed di cih de jiyana xwe ji dest dabû û birayê wî Elaa Mihemed jî ji ber birînên xwe vê sibê jiyana xwe ji dest da.

(şx)

ANHA