Eyşe Efendî: Ji bo rakirina tecrîdê divê gelê Kurd seferberiyê ragihîne

Eyşe Efendî got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were lidarxistina çalakiyan têrê nake, divê gelê Kurd li her deverê seferberiyê ragihîne."

Eyşe Efendî: Ji bo rakirina tecrîdê divê gelê Kurd seferberiyê ragihîne
13 tebax, 2021   04:17
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

15'ê Sibata 1999'an de Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî li paytexta Kenya Naîrobî hat girtin û radestî  dewleta Tirk hat kirin.

Dewleta Tirk tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan di gîrtîgeha Îmraliyê didomîne û destûr nade parêzer û malbata wî ku serdana wî bikin. Li hember vê yekê jî bangên rakirina tecrîdê zêde dibin.

7`ê Tebaxa 2019`an parêzer Rêzan Sarîce û Newroz Uysal piştî çend salan ji tecrîdeke giran hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re pêk anî.

Piştî belavbûna agahiyan der barê nebaşbûna rewşa tenduristiya rêber Ocalan de û bertekên gel, 25'ê Adarê birayê rêber Ocalan Mihemed Ocalan bi telefonê pê re axivî, axaftin 5 deqeyan dewam kir, piştre hate qutkirin

Li dijî tecrîdê û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de di 27`ê Mijdara 2020`an de dest bi pêngava grava birçîbûnê kir.

Ji aliyek din ve jî pêngava grava birçîbûnê ya vekirî di Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di roja xwe ya 237`an de didome.

 ‘JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ DIVÊ KURD LI HER DEVERÊ SEFERBERIYÊ RAGIHÎNIN‘

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî wiha got: "Berxwedana zindanan ji bo gelê Kurd berxwedaneke dîrokî ye. Ji ber  ku ev berxwedanî di salên 80`yî de di zindana Amedê bi pêşengtiya şehîd Mezlûm û rêhevalên wî dest pê kir. Ew berxwedana ji bo parastina nirxên azadî û berxwedana gelê Kurd e heta roja îro jî didome."

Eyşe Efendî destnîşan kir ku ji destpêka ku Rêber Abdullah Ocalan dîl hatiye girtin û heta roja îro ve dewleta Tirk mafên wî binpê dike, tecrîdeke giran li ser wî ferz dike, ji bo rakirina tecrîdê girtiyên siyasî yên di zindanan de dest bi pêngava girava birçîbûnê kir û di oxira çareserkirina doza kurdî de canê xwe dikin feda.

Eyşe Efendî diyar kir ku çalakiyên ku gelê Kurd lidar dixe têrê nake û wiha domand: "Divê li her deverê seferberî were ragihandin. Divê her tim amade bin û ji bo piştgiriya berxwedana zindanan çalakiyan lidar bixin. Bi vê yekê jî dê tecrîd li ser rêbertî were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were."

Eyşe Efendî  her wiha bang li kurdên li Ewropa û derveyê Kurdistanê kirin ku dakevin qadan, li pêşiya pêşiya balyozxaneyan  çalakiyan li dar bixin û banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan  bikin."

'LI HEMBER ZÊDEBÛNA BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK BÊDENGÎ HEYE'

Eyşe Efendî bêdengiya civata navneteweyê, rêxistina ku îdiaya parastina mafên mirovan dikin û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ya li hemberî rewşa rêber Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd şeremzar kir û ev tişt anî ziman: " Tevî bangên gelê Kurd ku zextê li dewleta Tirk bikin, lê CPT li hember binpêkirina mafên mirovan ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyên Kurd pêk tîne bêdeng e."

'KOMPLOYA 15`Ê SIBATÊ DI ŞEXSÊ RÊBERTÎ DE LI DIJÎ KURDAN BERDEWAM E'

Eye Efendî anî ziman ku komploya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd, didome û bang li gelê Kurd, jin û ciwanan kir ku serî hildin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşînê bilind bikin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî her wiha bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber xwîna zarokên wan tev li ya zarokê me bûye, divê em şopdarên rêya demokrasiyê ku Rêber Abdullah Ocalan ji me re diyar kiriye û projeya neteweya demokratîk bi nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk tîne."

15'ê Sibata 1999'an de Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî li paytexta Kenya Naîrobî hat girtin û radestî rayedarên Tirk hat kirin.

 (bx)

ANHA