‘PDK partiyeke li dijî jina ye’

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê û Dayîkên Laçik Spî, ji bo berdana her sê endamên RJAK’ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, banga berdanê kirin. Her wiha diyar kirin PDK partiyeke li dijî jina ye û helwesta endamên wan tirs xistiye nava dilê desthilata PDK’ê.

‘PDK partiyeke li dijî jina ye’
12 tebax, 2021   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi tevlibûna Dayîkên Laçik Spî û welatiyan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê kombûn û bi daxuyaniyek çapemeniyê banga berdana her sê endamên RJAK’ê ji PDK’ê kirin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama RJAK’ê Nermîn Kerîm ve hat dayîn tê de hat diyarkirin her sê endamên rêxistina wan (Xewle Mihemed, Ciwana Ebdulbaqî û Seyran Ehmed) dema ku ji merasîma bîranîna komkujiya Şengalê di vegeriyan, roja 4’ê Tebaxê li seytereya Kelekê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatine girtin.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin, tevî gelek hewildan ji bo berdana wan sê jinan hat kirin, lê heta niha PDK’ê di derbarê çarenûsa wan de tiştek diyar nekiriye û vê yekê jî rê li ber fikarên malbatan û rêxistina wan vekiriye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Wek RJAK em bi tûndî van êriş û pilanên desthilata Başûr ên li ser jinan şermezar dikin. Ji van kiryaran eşkere dibe ku PDK hizbeke li dijî jina ye. Ji bona wê helwesta biwêrane ya endamên rêxistina me tirs xistiye dilê desthilatdarên vê hizbê.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li rêxistin, parlementer û çalakvanan hat kirin li dijî tevayî girtinên siyasî û medenî bêdengiya xwe bişkînin. Her wiha hat diyarkirin ew ê wek RJAK li beramberî van zextan bêdeng nemînin û ji bo azadiya jinê hertim di nava xebat û têkoşînê de bin.