ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2021
12 tebax, 2021   23:00

- Hevserokê Komîteya Têkiliyan a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed diyar kir ku xurtkirina têkiliyên– Kurd û Ereban wê li hemberî çavnebariyên li dijî herêmê, ewlehiyê misoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Minbicê got, çiqasî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê zêde bibin ew dev ji malên xwe bernadin û banga li Komara Ereban û civata navneteweyî kirin ku êrişên dewletaTirk ên li ser herêmê rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed destnîşan kir ku PDK`ê bi tevgerên xwe yên ku xizmeta dijminê gelê Kurd dike şaştiyeke mezin dike. Her wiha bang lê kir ku dev ji vê yekê berde û yekser nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen serbest berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên navçeya Holê bang li pêkhateyên herêmê kir ku bi Rêveberiya Xweser re bibin yek û li hember planên li dijî ewlehiya herêmê bisekinin. Her wiha bang li Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin ku hesabê ji kesên torên kehrebeyê xira kirine bixwazin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevseroka komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) Fatma Koşan  teqezî li ser girîngiya fêrbûna bi zimanê dayikê kir da ku wê ji berbelavbûnê biparêzin û diyar kir ku hemleya "Parastina şoreşê bi çand û zimanê civakê pêk tê" encamên baş digre û xwendekaran ji pêkhateyên ereb jî pêşwazî dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di vê hefteyê de li Efrîna dagirkirî 33 welatî revandin, aqûbeta 35 malbatan jî hê jî ne diyar e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Rêber Abdullah Ocalan; “Pêngava 15’ê Tebaxê di destpêkê de wekî îro bi tenê bi aliyê xwe yê leşkerî ve sînordar nedihate nirxandin. Armanc jê ew bû ku nasnameya kurdî bide ragihandin ku hem ji aliyê dîrokî hem jî ji aliyê rojane ve dihat înkarkirin û tune dihat hesibandin.”

JIN

- Dayikên Çarşemê hedefgirtina gerîlayan ji aliyê PDK`ê ve bi îxanetê bi nav kir û gotin ku PDK`ê li gorî fermana dewleta Tirk a dagirker tevdigire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Faşîzm an jî nijadperestî hem weke têgîn hem jî weke hişmendî her çi qasî bingeheke wê ya dîrokî kêm be jî, lê herî zêde bi pêşketina sermeydarî û di çaxa navîn de li Ewropayê bi pêş ket. Piştre derbasî Amerîkaya Latîn bû û li giştî cîhanê belav bû. Her çiqas nijadperestiya olî di demên cuda yên dîrokê de bibe sedema qirkirinan, lê herî zêde nijadperestî bi her aliyê xwe ve (ol, nîjad, fîzîk.. hwd.) di dema sermayederî de xwe bi hişmendî û pergal kiriye.

KURDISTAN

- Eyşe Efendî got: "Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were lidarxistina çalakiyan têrê nake, divê gelê Kurd li her deverê seferberiyê ragihîne."

- Nivîskar û lêkolînerê siyasî Hisên Omer pêwîstiya eşkerakirina siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê ji raya giştî ya Kurd re piştrast kir û diyar kir ku armanca sereke ya PDK`ê parastina berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û berjewendiyên xwe yên partiyetî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Hîna jî lêborîna serokê erkdarkirî Necîb Mîqatî li ser avakirina hikumeta Lubnanê digel rawestandin û derengiyê de berdewam e, wê jî bandoreke neyênî li tevahî astan kir, nexamis di aliyê piştevaniya neteweyî ji Lubnanê re piştî lidarketina kongreya 3’yemîn a bi însiyatîfa Frnasayê ya piştgiriya navneteweyî ji Lubnanê. (BI WÊNE).

ANHA