Li Enqereyê li dijî penaberên ji Sûriyê êrişên nîjadperest

Nîjadperestên Tirk li Enqereyê êrişî malên penaberên ji Sûriyê kir û hin ji wan banga"qirkirina penaberan"kir.

Li Enqereyê li dijî penaberên ji Sûriyê êrişên nîjadperest
12 tebax, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh li parkeke navçeya Altindag a paytexta Tirkiyê Enqereyê, di navbera hin kesên ji Sûriyê û 2 kesên ku temenê wan di navbera 16-18 salî de, pevçûn çêbû.

Dezgehên çapemeniya Tirk ragihand ku kesên ji Sûriyê bi kêrê li 2 ciwanên Tirk da û di encamê de yek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

Piştre komeke nîjadperest êrişî mal û erebeyên penaberên Sûriyê yên li herêmê kir û dirûşmên nîjadperestî yên "qirkirina penaberan" berz kirin.

Walîtiya Enqereyê daxuyaniyek da û tê de hate gotin “kesên biyanî ku tevlihevî derxistin” hatine girtin.

 (bx)