Li Girê Spî dagirkeran 2 jin û pitikek revandin

Çavkaniyên herêmî ji Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê 2 jin û pitikek ji bajarokê Hemam El-Tirkmen ê girêdayî kantonê, revandine.

Li Girê Spî dagirkeran 2 jin û pitikek revandin
12 tebax, 2021   08:58
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê bi ser bajarokê Hemam El-Tirkmen de girt û Maya Xelef Xelîl a ji eşîra El-Bakîrat a Tirkmenan û pitika wê ya 40 rojî revandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku jina din ku dagirkeran revandiye, navê wê Rewda Ebdulehmed e û ji eşîra El-Tobal a Tirkmen e.

Çavkaniyan diyar kir ku her du jinan beriya ku werin revandin, xwe spartibû rûspiyê eşîra El-Tobal Xelef Mihemed El-Xelef da ku wan biparêze. Tevî vê yekê jî hêzên dagirker ew revandin.

 (bx)

ANHA