Şêniyên Tirbespiyê: Komkujiya Konya nîşaneya faşîzma li dijî Kurdan e

Şêniyên navçeya Tirbespiyê êrişên qirkirinê yên bi serkêşiya faşîzma Tirk li dijî kurdan tên kirin, şermezar kir û destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina qirkirina Kurdan pêwîstî bi yekitiya Kurdan heye.

Şêniyên Tirbespiyê: Komkujiya Konya nîşaneya faşîzma li dijî Kurdan e
12 tebax, 2021   07:48
 QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya siyasetên qirkirinê de komkujiyên li dijî gelê Kurd li pêş çavên civatên navneteweyî berdewam dike.

Desthilatên Tirkiyê bi rêya şane û endamên şerê taybet gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê xistiye armanca xwe yên yekemîn.

‛ŞERÊ QIRKIRINA GELÊ KURD BI HEVKARIYA CIVAKA NAVNETEWEYÎ YE’

Têkildarî êrişên bimetod ên ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne, şêniyê bi navê Qasim Qasim ê ji Tirbespiyê ya girêdayî Qamişlo wiha got: "Êrişên dagirkeriyê yên li Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê tên kirin bi armanca tunekirin û qirkirina gelê Kurd e."

Qasim diyar kir ku civata navneteweyî li hember sûcên ku dagirkeriya Tirk li dijî kurdan pêk tîne, bê deng e û wiha domand: "Dewleta Tirk bi erêkirina dewletên navneteweyî êrişên qirkirinê li dijî Kurdan pêk tîne. Civata navneteweyî jî li gorî berjewendiyên xwe biryar û berjewendiyên xwe pêk tîne."

‛ARMANCKIRINA MALBATÊN KURD BI DESTÊ NIJADPERESTÊN TIRK, NÎŞANEYEKE XETERNAK E’

Ji aliyekî din ve jî şêniya bi navê Yasmîn Hesen bang li Kurdan kir ku yekitiya xwe ava bikin da ku pêşî li hewldanên qirkirina gelên herêmê bigirin û wiha got: "Qetilkirina malbatên Kurd bi destê nijadperestên Tirk nîşaneyeke xeternak e."

Yasmîn Hesen sûcên li dijî gelê Kurd ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pêk tên, şermezar kir û wiha lê zêde kir: "Divê gelê Kurd biherike qadan û êrişên qirkirinê têk bibe."

Komeke nijadperestên Tirk bi perspektîfên yekser ên ji dewleta Tirk li dijî malbateke Kurd a li bajarê Konya yê Tirkiyê di 30’î Tîrmehê de komkujiyek pêk anî û di encamê de 7 ferdên malbatê bûn qurban.

‛DIVÊ CIVATA NAVNETEWEYÎ HELWESTA XWE YA TÊKILDARÎ SÛCÊN LI DIIJÎ GELÊ KURD PÊK TÊN, EŞKERE BIKE’

Li aliyekî din jî Sîrac Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk bi salan e ku xwîna Kurdan diherikîne û li dijî wan sûcên qirkirinê pêk tîne.

Sîrac Mihemd bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin û xwedî li mafên xwe yên rewa derbikevin, her wiha bang li civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û helwesta xwe li hember sûcên li dijî gelê Kurd pêk tên, eşkere bike.

(fr)

ANHA