Talîbanê dest danî ser Feyzabadê jî

Vê sibehê tevgera Talîbanê bajarê navendî yê wîlayeta 9`emîn li bakurê Efganistanê bi dest xist. NY`yî jî bang li Talîbanê kir ku êrişên xwe rawsetîne.

Talîbanê dest danî ser Feyzabadê jî
11 tebax, 2021   08:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî Efgan ragihand ku bajarê navendî yê wîlayeta Badahşanê Feyzabad, şeva 10'ê Tebaxê kete destê Talîbanê.

Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê bajar terikandine û xwe li navçeyên derdorê girtine. Tê gotin, her du aliyan gelek kuştî dane.

Ji roja Îna derbasbûyî û vir ve Talîbanê 9 paytextên wîlayetan bi dest xistiye. Di nava van de bajarê Kûnduzê jî heye.

Li aliyekî din, NY`yî bang li tevgera Talîban kir ku êrişên xwe li dijî bajarên Efganistanê rawestîne û destnîşan kir ku wê hin raporên têkildarî îhimala pêkanîna sûcên şer, wergirtine.

DYA`yê jî teqezî bi hêza artêşa Efganistanê ya bersivdayîna êrişên Talîbanê kir û got ew ê piştgiriya hewayî ji bo hêzên Efganistanê dewam bikin.

(cx)