Çeteyên dewleta Tirk welatiyekî din ê Efrînê revand

Çavkaniyên ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek ji gundê Hemamê, revand.

Çeteyên dewleta Tirk welatiyekî din ê Efrînê revand
11 tebax, 2021   08:02
EFRÎN

Çavkaniyan da zanîn ku welatiyê bi navê Şukirî Ehmed Kindî (30) ê ji gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindirêsê, di 7`ê Tebaxê de dema ji Helebê gihîşt gundê xwe yekser revand.

Li gorî heman çavkanî, Kindî beriya derbasî gundê xwe bibe bavê wî 20 hezar doldar dabû çeteyan da ku kurê wî nerevînin.

Di demên dawî de, ENKS`ê bang dikir ku koçberên Efrînê vegerin warê xwe û di bin sîwana dewleta Tirk û çeteyên wê de bijîn, lê kesêm ku vedigerin Efrînê ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk û çeteyên wê ve tê revandin.

(kc)

ANHA