​​​​​​​Li bakurê navçeya Zirganê balafireke Rûsya kete xwarê

Vê sibehê li gundê Metmûra yê bakurê navçeya Zirganê ya kantona Hesekê, balafireke Rûsyayê kete xwarê.

​​​​​​​Li bakurê navçeya Zirganê balafireke Rûsya kete xwarê
11 tebax, 2021   08:26
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me dane, li gundê Metmûra yê bakurê navçeya Zirganê ya girêdayî kantona Hesekê balafireke bêpîlot a Rûsyayê ketiye xwarê.

Têkildarî bûyerê, heta niha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê û baregeha Himêmîm tu daxuyanî nedane.

(cx)

ANHA