‛ Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê tê bikoşin’

Malbatên berxwdêrên di greva birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de gotin, azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan erka gelê  Kurd e û bang xwedîderketina li berxwedana girtiyan kir.

‛ Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan em ê tê bikoşin’
11 tebax, 2021   03:05
HELEB-MIHEMED EBDO

Berxwedêrên Kurd ên di girtîgehên dewletaTirk de ji ber zextên li girtiyan û ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan 27’ê Mijdara 2020’an dest bi greva birçîbûnê kirine.

GREVA BIRÇÎBÛNÊ KETE ROJA 257’AN’

Girêdayî mijarê, Sedîqe Mehmûd (90) dayika têkoşer Selîm ê ku tev li greva birçîbûnê bûye û nêzî 27 sal in di girtîgehên dagirkeriya Tirk de ye, axivî.

Sedîqe Mehmûd da zanîn ku greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de kete roja xwe ya 258’an, greva ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ne ya yekemîn ne jî ya dawiyê ye. Sedîqe Mehmûd wiha got: "Beriya vê grevê, zarokên me yên girtî greveke din bi dema 160 rojî pêk anîn. Bi wê re berxwedan li tevahî aliyan heta li girtîgehan berdewam e û dê berdewam bike jî û em ê piştevaniya wan bikin."

Sedîqe Mehmûd gotina xwe wiha bi dawî kir: "Em tê dikoşin heta ku mafên xwe yên rewa bistînin û ji zulm û bidestiyê rizgar dibin."

Li aliyekî din jî Fatme Reşîd dayika têkoşer Kamîran Bekir Reşîd ê di girtîgeha Polo de tev li greva birçîbûnê bûye got: "Girêdana bi nirx û rêgezan ve hişt ku kurê ji 29 salan û heta niha ve girît be. Kurê min û hevrêyên xwe ji bo şikandina tecrîda li dijî rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkê di greva birçîbûnê de ne."

Fatme Reşîd wiha li gotina xwe zêde kir: "Berovajî sîstemên faşîst,  rêber Ocalan tu ferq û cudahiyê naxe navbera neteweyan. Her tim banga parastina mafên mirovan dike, tu berjewendiyên rêber Ocalan ên desthilatdariyê tune ne, armnca wî pêkanîna edaletê ye."

Fatme Reşîd da zanîn ku ew dixwazin di navbera tevahî gelan de biratî pêk bê û banga çareseriya aştiyane dikin û wiha pê de çû: "Divê dewletên banga demokrasiyê dikin piştgiriya me di vê armanca aştiyane û durist a çareserkirian doza Kurd de bikin."

Fatme Reşîd li dawiyê got ew hêvî dike rêber Ocalan û tevahî têkoşerên ji hêla dewleta Tirk ve hatine girtin, fîzîkî azad bibin.

‛EM AMADE NE PIŞTGIRIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BIKIN’

Birayê têkoşer Hisên Misto yê nêzî 27 sal in girtî ye û di greva birçîbûnê de ye, Mistefa Misto ev tişt got, ji ber ku têkoşer banga azadiya Kurdistanê dikin, dagirkeriya Tirk wan digire û ditirse ev fikir bibe fikireyeke giştî.

Misto berxwedana gelê Kurd a parastina çand û nasnaeya Kurdî silav kir.

Li ser greva birçîbûnê Mistefa Misto wiha anî ziman: "Azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan erka tevahî gelê Kurd e. Ji ber li gel rêber Ocalan fikireyeke azad ji gelê Kurd û tevahî gelan re ku bi hev re bi aştî bijîn. Em ê bi rê û rêbazên cuda û greva birçîbûnê hewl bidin tecrîda li dijî rêber Ocalan bişikînin û wî bi fîzîkî azad bikin."

Mistefa Misto got ew amade ne bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê bikin heta bigihînin xwestekên xwe.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F49chsNqzuM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>