Artêşa Tirk têk çûye, PDK`ê wê xilas dike

Artêşa Tirk têk çûye, PDK`ê wê xilas dike
11 tebax, 2021   01:58

DENİZ AYDIN

Nuqteyên leşkerî yên ji aliyê hêzên taybet ên PDK'ê ve hatine avakirin û bicihkirina çekên giran li gelek deverên ku gerîla lê ne, piştgiriyeke zelal a ji bo artêşa Tirk a dagirker e ku li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê pêk tê. PDK'ê bi vî rengî li pêşberî gerîlayên azadiya Kurdistanê, aliyê xwe li gel dewleta Tirk a dagirker û qirker diyar kiriye.

Ji ber ku êrişên li ser Metîna, Avaşîn û Zapê dewam dikin, di 23'yê Nîsanê de gerîla artêşa Tirk a dagirker bi taktîk û çalakiyên nû xistiye rewşekê ku hema hema nikare tev bigere. Bombebaranên bi balafirên şer û helîkopteran ên li hember herêmên Girê Spî, Tabûra Ereban û Girê Sor ên herêma Avaşînê bûne rûtîn, lê berxwedana gerîla jî derbên giran li artêşa Tirk dide. Ji ber ku artêşa Tirk a ku di vê berxwedanê de asê bûye, li bejahiyê nikare bi pêş ve biçe. Lê belê PDK ku hat hawara artêşa Tirk, hewl dide bi hêza xwe ya taybet li herêmê bi cih bike û di heman demê de herêmên nû yên pevçûnê ava bike û hêza gerîla ji hev qut bike û bi vî awayî derfetê bide artêşa têkçûyî.

JÎNGEH HATIN VALAKIRIN DA KU SÎXURAN LÊ BI CIH BIKIN

Artêşa Tirk nikare ji bejahiyê ve li dijî gerîla bi pêş ve biçe û bi balafirên şer û SÎHA’yan bi cihûwarên sivîlanbê navber bombebaran dike. Di encamê de li herêma li derdora bajarokê Kanîmasiyê 2 hezar hektar erd zerar dît. Li vê derê rez û darên fêkiyan bi qestî hatin şewitandin.

Li aliyê din PDK ku bi rengekî vekirî destekê dide dewleta Tirk a dagirker, li herêma nêzî Barzanê hêzên çete yên Gulan û Zêravanî yên di bin fermandariya Ezîz Weysî de, bi cih kirine. Dewleta Tirk ji bo bi hêsanî bi balafirên keşfê çalakiyên keşfê bike û serdestiya xwe ya li qadê zêde bike, van çeteyan ji bo îstixbaratê bi kar tîne. Bi vî rengî tê hedefkirin ku bi temamî cih û warên sivîlan ên li herêmê bên valakirin. Lewma gundên Hiror, Kêste, Çelkê, Deşêş, Serero, Hedîne, Binavê, Edinê û Orê timî tên bombebarankirin.

PDK’ê ku kemîn danî û 3 gerîlayên HPG'ê revandin, ne tenê ji bo pêşîgirtina li çalakiyên hêzên gerîla, di heman demê de amadekariyan dike ku li hemberî nuqteyên gerîla yên bi çalakiyên îstixbaratê hatine tespîtkirin, li herêmên Metîna û Kanîmasî jî operasyonên leşkerî pêk bîne. Di wî alî de hin agahiyên cidî hene.

GAV BI GAV DESTEKA JI PLANA DAGIRKIRINÊ RE

Bingeha konsepta şer a nû ku 24'ê Tîrmeha 2015'an hate danîn, bêguman Herêmên Parastinê yên Medyayê ne. Êrişên îmhayê yên li dijî gerîla ku stûna herî girîng a Plana Têkbirinê ye, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi navê ‘Pençe 1, 2, 3’ berdewam kir. Artêşa Tirk hewl dide li hin herêman bi cih bibe, bi vê yekê re hewl dide tevgera azadiyê ji holê rake.

Lê belê, tevî teknîka şer a dawî û her cure êrişan jî artêşa dagirker a ku heta niha bi ser neket, bi berxwedaneke nedîtî re rû bi rû ma. Dewleta Tirk ku di êrişên dagirkeriyê de têk çûye, bi avakirina yekîneyên hevpar ên operasyonên bi PDK'ê re, hewl dide dorê li qadên gerîla bigire. Bi taybetî, ji bo xeta Amêdî-Metîna ji hev cihê bike, ji xeta Gavnarkê - Kanîmasî ya li herêma Metîna, girên li derdora gundên Safarya, Ciditkê, Bekulke û nuqteyên leşkerî yên li Girê Casûsê re nuqteyên nû çêkirine û baregehên nû li herêmê bi cih kirine. Bi vê armancê hêzên xwe yên Zêrevanî li gundê Banke yê Serê Metîna yê li rojavayê Metînayê bi cih kirin. Bi dehan ajanên ku bi hevkariya MÎT-Parastin û balafirên şer re di nava koordîneyê de dixebitin û li herêmên şer lê bi cih bûne.

Piştî sala 2015'an Başûrê Kurdistanê di warê leşkerî, siyasî, aborî û îstixbaratî de xistin bin kontrola dewleta Tirk. PDK'ê alîkarî da dewleta Tirk ku li herêmê gelek baregehên nû ava bike. Êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Başûrê Kurdistanê Kanûna 2017 'an cara pêşî li xeta Raperîn Soran hate kirin. Behdînan (qadên Zap, Metîna û Heftanîn) û Soran (Xakurkê, Xinêre, Diyala û Sîdeka) hewl dan ji hev bên qutkirin. Hê jî bi qismî li vê herêmê bi cih bûne. Aliyekî din ê van êrişên bi armanca dagirkirina başûrê Kurdistanê bi temamî, plana PDK'ê ya ji bo bicihkirina hêzên leşkerî li Zînî Wertê ya Qendîlê bû. 

Ji ber ku di qonaxa yekemîn a vê planê de dê di bin çavdêriya MÎT'ê de noqteyên nû yên PDK'ê bên avakirin, xalên gerîla bên şopandin, şêweyê tevgerê bê şopandin, depoyên çekan û cihên çavkaniyên fînansê bên kifşkirin. Li gorî van agahiyan dê herêma Qendîlê bikirana hedef. Bi rastî jî pêşketina bertekên ji gelek beşên civakê, bi taybetî rewşenbîr û hunermendan, ev planên xwe ji holê rakirin.

PDK sala borî li herêmên Kela Şebanike, Sîre Bena û Kela Dêrê yên li herêma Zaxo bi cih bû. Ji wir heta niha bi sedan êrişên hewayî pêk hatin û agahiyên îstixbaratê dan dewleta Tirk. Çend meh berê bi rêya şandina hêzê ji xeta Garê, Sîdekan û Çomanê re hewl da xwe li van herêman bi cih bikin. Plana PDK'ê ew bû ku li wir nuqteyên çavdêriyê ava bike, wê derê kontrol bike, liv û tevgera gerîlayên PKK'ê kontrol bike û bi rêya ajanên xwe agahiyên bidestxistî, bide dewleta Tirk. Bi vî rengî bû ku ji bo artêşa Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana gerîla nekarî nêçirvaniyê bike, qadên nû vekirin. Lê belê nekarîn encamekê ji vê yekê bigirin.

Heke plan pêk bihata dê li herêmên nêzî gedûka Amêdiyê 2 nuqteyên nû yên leşkerî ava bikirana û Girê Hakkarî ji rojhilat ve ji herêma Amedî û Metînayê qut bikira û bixistana bin kontrola xwe. Dîsa dê li ser xetên navxweyî yên herêma Zagros û herêma Garê operasyoneke nû ya dagirkeriyê dest pê kiriba. Di rastiyê de berxwedan û nêzîkatiyên hişmend li pêşiya van planan bûne asteng. Tevî ku ev hemû plan heta niha bi ser neketin jî, provokasyonên PDK'ê dewam dikin.

Ev geşedanên li ser erdê bi zelalî radixine ber çavan ku PDK di operasyona zext, zordestî û êrişa li dijî gerîla de bi hevkariyeke tam a bi dewleta Tirk re ye. Artêşa Tirk li gel hevkariya PDK'ê jî li dijî gerîlayê Kurdistanê nekariye bi pêş ve biçe. Alîkariya PDK’ê ya ji gerîla re li aliyekî, hema tenê li derveyî şer jî bimîne, dorpêçê rake û agahiyên îstixbaratê parve nake, dê artêşa Tirk bikeve nava hezîmeteke dîrokî.

Lê belê hevkariya hin kesên di nava PDK'ê de ya bi dewleta Tirk re ku li ser dijminahiya PKK'ê çêdibe, ne tenê ji bo PKK'ê, di heman demê de ji bo gelê Kurd jî dibe sedema windahiyeke dîrokî.

Ji ber vê yekê, rastiya şerê ji 3 mehan zêdetir nîşan dide ku her ku Kurd ber bi sedsalîya Lozanê ve diçin, divê bi xiyanet û hevkariya nû careke din têk necin. Lê belê bi avakirina yekitiya xwe ya neteweyî ber bi destkeftiyên dîrokî ve gavan biavêjin. Kurd xwedî wê hêzê ne ku vê yekê bikin. Lê divê li hemberî her cure nokerî û xiyanetê helwesteke xurt hebe. Bi qasî ku ev yek were kirin, sedsala nû dê bê guman bibe sedsala rizgariya Kurdistanê.

ANHA