Hikumeta Şamê kantona Şehbayê ber bi karesateke mirovî ve dibe

Ji ber ambargoya giran ku ev 3 sal in hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, saziyên xizmetguzariyê hişyariya karesateke mirovî da û banga rakirina ambargoyê kir.

Hikumeta Şamê kantona Şehbayê ber bi karesateke mirovî ve dibe
Hikumeta Şamê kantona Şehbayê ber bi karesateke mirovî ve dibe
Hikumeta Şamê kantona Şehbayê ber bi karesateke mirovî ve dibe
Hikumeta Şamê kantona Şehbayê ber bi karesateke mirovî ve dibe
Hikumeta Şamê kantona Şehbayê ber bi karesateke mirovî ve dibe
Hikumeta Şamê kantona Şehbayê ber bi karesateke mirovî ve dibe
Hikumeta Şamê kantona Şehbayê ber bi karesateke mirovî ve dibe
11 tebax, 2021   04:16
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Hikumeta Şamê ambargoya giran a li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û tengavkirina koçberên Efrînê yên di kampan û malên kavilkirî de didomîne. Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê yên di navbera Heleb û Şehbayê de rê nadin ku madeyên xwarin, sotemenî, derman û pêwîstiyên sereke derbasî kantonê bibin. Her wiha ne bi rêya Heya Sor a Sûriyê be destûr nade nexweşên rewşên giran ji bo tedawiyê biçin nexweşxaneyên Helebê. Ji ber xemsariya Heyva Sor a Sûriyê di meha Tîrmehê de 3 pitikan û tememmezinekî jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî ambargoyê, Komîteya Sotemeniyê ya Şehbayê diyar kir ku heger ambargo berdewam bike dê karesateke mirovî çêbibe.

'DI BEŞA YEKEMÎN DE PÊWÎSTÎ Bİ ZÊDETİRÎ 7 MÎLYON LÎTRE MAZOT HEYE'

Endamê Komîteya Sotemeniyê Ferîd Yûsif ji ANHA'yê r diyar kir ku ji ber kêmbûna madeyên sereke rewş kampaxtir dibe û got: "Zivistan nêzîk dibe, heger mazot ji şêniyên li kampan û malên kavilkirî re neyê peydakirin em bi karesateke mirovî  rû bi rû bimînin."

Yûsif da zanîn ku di beşa yekemîn de pêwîstiya şêniyan di zivistanî de bi zêdetirî 7 mîlyon û 480 hezar lître mazot an ku derdora 34 hezar bermîl heye, heman miqdar ji bo beşa duyemîn e jî. Her wiha destnîşan kir ku li gorî salên borî hejmar zêdetir dibe.

Yûsif diyar kir ku ew zehmetiyên dabînkirina mazotê ji bo jenartoran û sehrîcên ku avê bê pere li şêniyan belav dike dikişînin û got, erebeyên veguhestina taybet û dikan mehane hewcedarî zêdetir hezar bermîl mazot in.

HER DU MEHAN TENÊ 20 SEHRÎCAN DERBAS DİBİN

Ferîd Yûsif îşaret pê kir ku miqdara ku hikumet dihêle derbasî herêmê bibe gelekî kêm e û got, her du mehan tenê 20 sehrîc derbas dibin, ev miqdar gelekî kêm e û têra pêwîstiya herêmê nake.

Yûsif daxuyand ku di rojên dawî de hikumetê rê neda ku bazirganên li herêmên di bin serweriya wê de ku madeyên xwarinê, tibî û sotemenî derbasî kantonê bibe.

Di vê derbarê de nirxê lîtreyeke mazot gihişt 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê û benzîn jî gihişt 5 hezar lîreyên Sûriyê.

Endamê Komîteya Sotemeniyê Ferîd Yûsif di dawiyê de bang li aliyên têkildarî û rêxistinên navneteweyî kir ku ambargoya li ser Şehbayê rakin û rê bidin ku madeyên sereke mîna derman, sotemenî û xwarin derbas bibin.

Ji ber bilindbûna pileya germê, kêmbûna baranê û tunebûna mazotê ziyan gihişt rewşa çandiniyê li kantonê. Dîsa jî gelek cotkaran berî dan çandina cûreyên ku pêwîstiyan wan zêde bi navê nîne.

Hevseroka Kar û Barên Çandiniyê ya Herêma Efrînê endizyar Nesrîn Mihemed diyar kir ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriyê rewşa çandiniyê li kantonê paş ket û got: "Ji ber kêmbûna mazot, semad û pêwîstiyên çandiniyê em bê çare mane û nikarin alîkariya cotkaran bikin û projeyên girêdayî komîteya çandiniyê berfireh bikin."

Nesrîn destnîşan kir ku piraniya alavên çandiniyê ji xizmetê derketin û da zanîn ku Beşa Kar û Barên Çandiniyê ya Herêma Firatê zevî li şêniyan belav kirin da ku biçînin, lê şêniyan qebûl nekirin ji ber ku mazot û pêwîstiyên çandiniyê peyda nabin.

'WELATÎ NİKARA PARİYA NAN PEYDA BİKE'

Nesrîn di berdewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê embarek ji bo depokirina berhemên çandiniyê vekir da ku rêgaza xwetêrkirinê pê bîne, lê ji ber ku ambargoyê proje sekinî û neçar man ku kelûpelan ji derveyî kantonê bînin û li sûkan belav bikin. Her wiha diyar kir ku di encama vê yekê nirxê her tiştî buha bû û bandoreke neyinî li welatiyan kir.

Hevseroka Beşa Kar û Barên Çandiniyê ya Herêma Efrînê Nesrîn Mihemed destnîşan kir ku piraniya cotkaran berê xwe dan çandiniya avî.

Li aliyekî din, ji ber ambaroyê li nuqteyên tenduristiyê û Nexweşxaneya Avrîn derman û pêwîstiyên tenduristiyê pir kêm bûne.

HIKUMET NIRXÊ DERMANAN BILIND DIKE

Piştî biryara Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ya bilindkirina nirxê derman ji sedî 30, nirxê derman 3 qat bilind bû. li Şehbayê jî derman peyda nabin û yên sereke tunene.

Girêdayî vê, rêveberê dermanxaneya navendîya Fafînê Ekrem Ereb sedemên tunebûna derman û bilindbûna nirxên wê diyar kir û  wiha got: "Ji sedemên nebûna dermanan û buhabûna nirxên wê; bilindbûna nirxên dolar ê taybet bi fenansekirina pêşeyên derman ji aliyê hikumetê ve ku ji hezar û 256 lîreyên Sûrî gihişt 2 hezar û 550 lîreyan li berhamberî her dolarekî."

Ereb diyar kir ku ji ber bilindbûna nirxê dolar û kirîna madeyên sereke ji derve, her wiha ji ber bilindkirina nirxê dermanan sê qatî ji aliyê hikumetê ve piraniya kargehên dermanan ji xizmetê derketin.

Ekrem Ereb sedemên bilindbûna nirxê derman li Şehbayê û nebûna wê spart, biryara Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ya bilindkirina nirxê derman û ambargoya li ser kantonê ku rê nade ku derman derbasî kantonê bibin.

Jİ BER NEBÛNA DERMAN HEJMARA NEXWEŞXAN ZÊDE BÛ

Ereb diyar kir ku ji ber germê û tunebûna dermanan hejmarake mezin a koçberên Efrînê yên li kampan, bi taybet zarok bi nexweşiyên rebû û îltîhaba bronşî, ta û nexweşiyên din ketine. Her wiha da zanîn ku pêwîstiya nuqteyên tenduristiyê û dermanxaneyan bi dermanên rebû, dermanên dij baktîriya, dermanên tensyon, şekir û dil hene.

Ereb anî ziman ku wan miqdareke derman ji derve kirîn lê hikumeta Şamê nehişt ku derbasî kantonê bibin.

Di dawiyê de Ekrem Ereb diyar kir ku hêzên Rûsya yên li kantonê soz dan ku dê rê li pêşiya derbaskirina dermanan vekin.

31'ê Tîrmehê şêniyên herêma Efrînê li pêşiya baregeha Rûsya ya li gundê Wehşiyê li dijî ambaroyê çalakiyek li dar xist. Hêêzn Rûsyayê soz da ku dê ji bo reşwên mirovî rê veke û rê bide ku ambulansên Heyva Sor ên Nexweşxaneyên Avrînê nexweşên bighêjin Helebê. Lê heta niha soza xwe bi cih nayîne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/drXOkjxqAbY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>