`Gelo kesekî ku li dijî DAIŞ`ê têkoşiyaye pê tê şanazkirin an tê revandin!?`

Ciwanê bi navê Ciwan Mihemed Ebdulkerîm (21) ji 7`ê Hezîrana borî ve, dema ku dayika xwe ji bo tedawiyê dibir Başûrê Kurdistanê, ji aliyê istixbaratên PDK`ê (Parastin) ve hatiye revandin.

`Gelo kesekî ku li dijî DAIŞ`ê têkoşiyaye pê tê şanazkirin an tê revandin!?`
11 tebax, 2021   00:46
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Hêzên PDK`ê yên li dergeha Pêş Xabûr a di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê de ciwanê bi navê Ciwan Mihemed Ebdulkerîm ji 7`ê Hezîrana borî ve revandine û tevî bangên malbata wî jî heta niha çarenûsa wî ne diyar e. Dergeha Pêş Xabûr di bin serweriya PDK`ê de ye.

Malbata Ciwan Ebdulkerîm pêwendî bi gelek aliyên di hikumeta başûr û wezareta karên hundirîn de danî, da ku çarenûsa kurê xwe nas bikin, lê ev yek heha niha jî bê encam e.

Birayê Ciwan, Mûaz Ebdulkerîm ji ANHA`yê re diyar kir ku Ciwan bi dayika xwe re çû Başûrê Kurdistanê da ku wê derman bike û wiha got: "Beriya Ciwan biçe başûr hemû kaxezên xwe temam kirin û tu astengî ji aliyê berpirsên dergeha Pêş Xabûr ve tune bûn."

Mûaz destnîşan kir ku ew nikarin biçin herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de û dayika wî ji beriya demekê ve li başûr dihat dermankirin, dema Ciwan bi wê re çû, rêveberiya dergehê ew girtin û agahî dan dayika wî ku wê du rojan an jî 3 rojan li gel wan bimîne, lê heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Mûaz Ebdulkerîm bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku kirinên bi vî awayî rawestînin û wiha domand: "Heger Ciwan tu sûc kiribe yan jî bi tawanên siyasî yan jî reşkirina hikumeta Başûr hatibe girtin, mafê wan di girtina wî de heye. Lê heger Ciwan were girtin ji ber ew endamekî YPG`ê ye yan jî di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebite, ev kiryareke pir xirab e."

Ebdulkerîm ji ber rêbazê PDK`ê bi kesên ku tev li çalakiyên Şoreşa Rojava bûne matmayî ma û wiha axivî: "Me digot kesên ku di Şoreşa Rojava de têkoşiyane û berdêlên mezin dane, ger serdana kîjan herêma Kurdistanê bikin, wê cihê şanazî û serfiraziyê be. Lê me nizanîbû ku ji aliyê hin hêzên Başûr ve weke sûc li têkoşîna wan were nihêrandin û ji ber vê têkoşînê, wê werin girtin."

DIVÊ HIKÛMETA BAŞÛRÊ KURSITANÊ JI HEMÛ KURDAN RE WEKE MERTAL BE

Mûaz teqez kir ku kirinên ku hin hêzên li başûr dikin ne li gorî pîvanên navneteweyî ye, ji ber hikûmeta Başûrê Kurdistanê hikûmeteke di aliyê navneteweyî itîraf pê hatiye kirin û ev tişt anî ziman: "Divê prestîja vê hikûmetê were parastin û ji hemû Kurdan re weke mertal be ne girtîgeh be."

Têkildarî aliyê ku Ciwan revandiye, Mûaz wiha axivî: "Em bi gelek aliyan re ketin nava peywendiyê û heta wezareta hundirîn jî da ku em cihê Ciwan nas bikin. Lê Asayîşa Hewlêrê, wezareta hundirîn û aliyên berpirsyar di nava hikumeta Başûr de teqez kir ku di tomarên (sicilên) wan de navê Ciwan tune ye. Ev jî îsbat dike ku Ciwan ji aliyê hêzên taybet ve hatiye revandin."

Mûaz got ciwanekî ku ji girtîgeha bajarê Dihokê ku Ciwan jî tê de dimîne, derketiye û agahî daye wan ku heta niha tu lêpirsîn bi Ciwan re nehatiye kirin (Piştî 58 rojan) û ev tişt got: "Gelek caran li wî xistin. Ebdulkerîm got, dema ku me kes yan jî berpirsên di hikumeta Başûr de dişand wî cihî, hikumetê digot kesekî bi vî navî li gel wan tune ye û Asayîşa Dihokê jî got, navê Ciwan di sicilên wan de tune ye."

Mûaz Ebdulkerîm destnîşan kir ku hêviya wan ji hin kesên di nava hikumeta Başûr de hebû da ku çarenûsa Ciwan nas bikin, heta peywendî bi hin rûspî, û pêşmergeyên dêrîn re hate kirin, lê wan tu agahî bi dest nexistin û ev tişt bi lêv kir: "Me bang li Nêçîrvan Barzanî jî kir, lê bê encam bû."

`EM ŞERM DIKIN KU JI BO NASKIRINA ÇARENÛSA CIWAN, BANG LI RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN BIKIN`

Mûaz wiha pê de çû: "Em şerm dikin ku ji bo naskirina çarenûsa Ciwan, em bêjin em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin. Ji ber ku di rastiyê de me ji bo sûcên dewleta Tirk û rejîmê û ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, bang li rêxistinên mafên mirovan dikir. Lê bi rastî em şerm dikin ku em ji bo kesekî ku ji bo welatê xwe têkoşiyaye û ji aliyê birayê xwe ve hatiye girtin, bang li rêxistinên cîhanî bikin."

Mûaz Ebdulkerîm piştrast kir ku kirinên PDK`ê li dijî gelê Rojava xizmeta dijminê gelê Kurd dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gelê Kurd heta niha 28 serhildan li dijî dagirkeran li dar xistsine. Di piraniya wan serhildanan de jî kiriyarên bi vî awayî bûne sedemên sereke yên hilweşandina van serhildanan."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/psw1RgoDrr0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>