Sozdar Ehmed: Av naghêje bajarê Hesekê

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed got, li stasyona Elokê dizî çêdibe û av naghêje bajarê Hesekê, her wiha bang li rêxistinên navneteweyî kir ku stasyonê ji nakokiyên siyasî û leşkerî dûr bixin.

Sozdar Ehmed: Av naghêje bajarê Hesekê
Sozdar Ehmed: Av naghêje bajarê Hesekê
Sozdar Ehmed: Av naghêje bajarê Hesekê
Sozdar Ehmed: Av naghêje bajarê Hesekê
Sozdar Ehmed: Av naghêje bajarê Hesekê
Sozdar Ehmed: Av naghêje bajarê Hesekê
Sozdar Ehmed: Av naghêje bajarê Hesekê
10 tebax, 2021   23:43
HESEKÊ

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji nêzî meh û nîvekê ve bi buhaneyên derew ava stasyona Elokê li ser Hesekê û gundewarên wê qut kiriye.

Stasyona Elokê ji bo Hesekê, Til Temir û hêrmên başûrê Hesekê; Hol, Erîşa, Şedadê, Mergede û kampên li herêmê; kampa Erîşa, Hol, Wasûkanî û Serêkaniyê xwedî girîngiyeke stratejî ye. Li wan herêman zêdetirî milyon şênî hene.

Girêdayî mijarê Hevseroka Girînendetiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed got, stasyona Elokê zêdetirî 50 rojî bê navber sekiniye û careke din ji nû ve hat xebitandin lê bi enerjiyeke pir kêm bû.

Sozdar Ehmed diyar kir ku ji 34 bîran heta niha 6 bîr dixebtin û ji 8 pompeyan yek dixebite.  Her wiha got, 14 bîr nedixebitîn, dema werşeyên sererastkirinê derbasî stasyonê bûn ev bîr hatin sererastkirin û niha di xizmetê de ne.

Sozdar Ehmed destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk nehêle ji bilî 6 bîr û pompeyekê bixebite.

‛ LI STASYONÊ DIZÎ ÇÊDIBE’

Sozdar Ehmed da zanîn ku çeteyên dagirkeriya Tirk gelek alavên stasyona Elokê dizîn, di encamê de stasyon bi demeke dirêj ji xizmetê derket.

Sozdar Ehmed li ser gotinên ku stasyon dixebite û av digihîje bajarê Hesekê wiha axivî: "Ev gotegot dûrî rastiyê ne, beriya hefteyekê dema av gihîştiye bajêr me yekser da taxên Neşwa."

Gerînendetiya Avê ya kantona Hesekê bi Rûsya "Garantor" rewşa avê li stasyona Hime û Til Temirê dişopîne. Têkildarî vê yekê Sozdar Ehmed ev tişt got: "Garantorê rûsî piştrast kir ku tevahî gotegot dûrî rastiyê ne û gerînedetiya avê bi duristî dixebite û dema av peyda bibe hewl dide avê bigihîne bajêr."

Sozdar Ehmed îşaret pê kir xwestekên Rêveberiya Xweser xebitandina 5 pompe û 20 bîran e da ku av bi awayekî baş bigihîne bajêr.

Têkildarî xwestekên tacîzî yên dewleta Tirk a dagirker Sozdar Ehmed destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk miqdareke mezin ji kehrebeya bendava Tişrînê ku li ser ava çemê Firatê dixebite dixwaze û got, ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê stasyon nikare kehrebeyê bi miqdareke mezin bide. Ji lew re kehrebê dike buhane û avê qut dike.

Li ser projeya kişandina avê ji çemê Firatê ber bi Hesekê ve Sozdar Ehmed wiha got: "Proje ew e ku jinûve stasyona heyî were sererastkirin. Xebata projeyê bi dawî bû, lê ji demekê ve em dixebitin ku karên li stasyonan bûne werin testkirin. Lê ji ber kêmbûna ava çemê Firatê ku dewleta Tirk kêm kiriye û astengiyên li ser xeta kişandina avê, avê nagihîje bajêr."

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku stasyona Elokê dûrî nakokiyên xwe yên leşkerî û siyasî bixin got: "Stasyon avahiyeke zindî ye, zext û rewşê çi dibin bila bibin divê ev stasyon werin xebitandin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lnJbwXDGQBc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>