Şêniyên Efrînê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Şêniyên Efrînê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrînê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrînê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrînê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrînê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrînê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrînê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
Şêniyên Efrînê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan meşiyan
10 tebax, 2021   17:40
ŞEHBA

Bi diruşma "Bi rihê pêngava 15'ê Tebaxê em ê Rêber APO azad bikin" bi sedan şêniyan herêma Efrînê meşek li dar xist û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di meşê de posterên rêber Ocalan û pankartên "Hûn nikarin roja me tarî bikin", "Em bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê şermezar dikin" û "Li hemberî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan ka demokrasî û mirovahiya we?" hatin vekirin û bê navber diruşmeyên silavkirina berxwedana Îmraliyê û Berxwedana Serdemê hatin hatin berzkirin.

 Meş ji pêşiya parka Rêbertî ya li gundê Til Sosînê yê Şehbayê rawestiya û ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir axivî, bêdengiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir.

Xelûx Bekir anî ziman ku armanca tecrîdê têkbirina fikir û felsefeya rêbertî ye û got: "Tevahî dewletên cîhanê dizanin ku bi azadkirina Rêber Apo dê hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bibin."

Çalakî bi diruşemyên silavkirina berxwedana rêbertî û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mvd0FHDlMLs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>