Li herêmên dagirkirî du efrînî hatin revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker du sivîlên ji Efrînê, li Ezaz û Idlibê revandin.

Li herêmên dagirkirî du efrînî hatin revandin
10 tebax, 2021   12:20
ŞEHBA

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û komên din ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker du welatiyên ji Efrînê, li herêmên dagirkirî revandin.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku kesên revandî, ji bo ku ji aliyê çeteyan ve neyên girtin pere dabûn. Her wiha destnîşan kir ku welatiyê bi navê Ebdulqadi Ebdulnasir ê ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê dema hewl dida ji Idlibê derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê çeteyên Tehrîr El-Şam ve hat revandin.

Çavkaniyan got Ebdulqadir Ebdulnasir pere dabû komeke çeteyan da ku bi hêsanî derbas bibe.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker her wiha welatiyê bi navê Lutfî Mistefa Umer (37) yê ji gundê Îkidamê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî revand.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet dane, çeteyan soz dabû Lutfî Umer ku wê negirin, lê dema gihaşt bajarê Ezazê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hat revandin.

Heta niha çaranûsa kesên revandî nayê zanîn.

(şx)

ANHA