Parêzeran ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdan kir

Parêzrên rêber Ocalan, Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran ji bo dîtina rêber Ocalan serlêdan kir
10 tebax, 2021   12:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serlêdana nû ji aliyê parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ve hate kirin.

Rêber Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an û vir ve dîlgirtî ye, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.

Axaftina herî dawî ya bi rêber Abdullah Ocalan re hate kirin, telefona 25'ê Adarê ya bi birayê wî re bû. Ev axaftin jî di nîvî de hatibû birîn.

Rêber Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbû parêzerên xwe bibîne. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdanên ji bo hevdîtinê bê bersiv têne hiştin.