Meclisa Holê xirabkirina torên kehrebeyê şermezar kir

Meclisa Navçeya Holê xirakirin torên kehrebeyê û binesaziya herêmê şermezar kir û destnîşan kir ku armanc ji van kirinan ew e ku alozî li herêmê derkeve û zirarê bide saziyên sivîl ên ku ji bo welatiyan kar dikin.

Meclisa Holê xirabkirina torên kehrebeyê şermezar kir
10 tebax, 2021   11:43
HESEK

Li navçeya Holê û gundewarên wê, têlên kehrebeyê û bircên wê bi zanebûn ji aliyên hin kesan ve hatin xirabkirin. Di encamê de kehrebe li ser herêmê qut bû.

Meclisa navçeya Holê ya kantona Hesekê têkildarî mijarê daxuyanî da û got ev kiryarên li dijî ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser dê bi bin bikevin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya meclisê hat xwendin. Meclisê bi bîr xist ku ji dema rizgarkirina Holê ji DAIŞ`ê ve ewlehî li herêmê serwer bû û saziyên Rêveberiya Xweseriya ruxmî hemû zehmetiyan jî dest bi sererastkirin û avakirinê kir. Meclisê diyar kir ku di vê dawiyê de êriş li ser milkên giştî tên kirin, têlên kehrebeyê û bircên wê tên dizîn. Di encamê de kehrebe li ser gel qut dibe.

Meclisê daxuyand ku armanc ji van kiryaran ew e ku fitneyê di navbera gel û saziyên Rêveberiya Xweser de derxin. Meclisê ew kiryar bi hewldanên têkçûyî bi nav kir ku bi rêya wê dixwazin ewlehiya li herêmên Rêveberiya Xweser têk bibin.

Meclisê di daxuyaniyê de bang li gel kir ku hişyar bin û piştgiriya hêzên ewlekariyê û Rêveberiya Xweser bikin.

Meclisê destnîşan kir ku gelek alî dixwazên bi hemû rêbazan tevliheviyê li herêmê derxin. Di heman demê de meclisê piştast kir ku gelê herêmê wê li hemberî van kiryaran bisekine û dê piştgiriya saziyên Rêveberiya Xweser bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ofPKWTa49iE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>