Li Kobanê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin

Îro bi sedan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re xwest.

Li Kobanê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re hate xwestin
8 tebax, 2021   12:34
KOBANÊ

Îro bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl a herêma Firatê sersaxî ji malbatên 3 şehîdan re ku li cih û di dîrokên cuda şehîd bûne, xwest.

Şêniyên berê xwe da cihê jidayikbûna şehîd Elîn Muderis (Nûjîn Ararat) a li taxa Kaniya Kurdan a bajarê Kobanê.

Ji rêveberên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya kantona Kobanê Leyla Ehmed di merasîmê de got: "Divê em şopdarên rêya wan bin. Em bi saya têkoşîna şehîdan gihaştin vê pêvajoyê."

Her wiha bavê şehîd Nûjîn Ararat Osman Noro Muderis jî got, rêya şehîdan a rast e û keça wî şehîda gelê Kurd û Kurdistanê ye.

Paşê şêniyan berê xwe da gundê Mînas ê li rojavayê bajarê Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Mistefa Mistefa (Dêrsim Mûnzûr) re xwest.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê Silêman Silêman ev tişt anî ziman: "Heval Dêrsim berê xwe dabû eniyên şer û soz dabû ku dê li her derê ji bo azadiya gelê xwe şer bike."

Bi navê malbata şehîd Dêrsim Mûnzûr Mihemed Ebdo Misê jî destnîşan kir ku ew serfiraz in ku bûne malbata şehîd Dêrsim û rêya ku li ser dimeşiya, rêyeke rast bû.

Piştre, şêniyan berê xwe da gundê El-Qasimiyê yê li rojavayê Kobanê û sersaxî ji malbata şehîd Xidir Misto (Xidir Kobanê) re xwest.

Şehîd Elîn Muderis (Nûjîn Ararat) di 6`ê Tebaxê de li bajarê Reqayê şehîd bûbû. Şehîd Mistefa Mistefa (Dêrsim Mûnzûr) di 3`yê Tebaxê de li bajarê Hesekê şehîd bûbû û Xidir Misto (Xidir Kobanê) jî di 4`ê Tebaxê de li bajarê Kobanê şehîd bûbû.

Her sê şehîd duh li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî hatibûn oxirkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4kIgGu9fNIA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>