Navên 3 sivîlên ku li Efrînê hatibûn revandin, eşkere bûn

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê navên 3 sivîlên ku ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk ve li Efrîna dagirkirî hatine revandin, eşkere kirin.

Navên 3 sivîlên ku li Efrînê hatibûn revandin, eşkere bûn
8 tebax, 2021   12:48
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê li ser malpera xwe ya fermî navên 3 sivîlên ku ji aliyê îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) ve hatine revandin, eşkere kirin.

Li gorî rêxistinê çeteyên El-Hemzat nêzî 20 welatî ji gundê Xulalka revandin, îşkence li wan kirin û ber bi navendeke çeteyên navborî ve birin.

/ar/uploads/files/2021/08/08/122002_mnzmh-hqwqyh-tkshf-an-asmaa-mwatnyn-akhttfwa-fy-afryn-almhtlh-28129.webp

Ji wan kesên hatine revandin, navên 3 kesan hate eşkerekirin; Azad Horîk Hebel (27), Selah Reşîd Horo (37) û Selah Reşo (38).

Tê zanîn ku îro endamên MÎT`ê 2 welatiyên ku hevjînên hev in (Mihemed Xelîl Hec Hisên û hevjîna wî) li kantona Efrînê revandin û aqûbeta wan ne diyar e.

(bx)

ANHA