Çeteyên Tirkiyê nuqteyên hikumeta Şamê yên li Idlib û Hemayê topbaran kirin

Vê sibehê çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li bajarê Meret El-Nûman ê başûrê Idlibê û Corîn ê li rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

Çeteyên Tirkiyê nuqteyên hikumeta Şamê yên li Idlib û Hemayê topbaran kirin
8 tebax, 2021   12:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Meret El-Nûman ê başûrê Idlibê û Corîn ê rojavayê Hemayê bi moşekan topbaran kirin.

Li gorî SOHR`ê, topbarankirina nuqteyên hêzên hikumetê wek bersivdayîna topbarana duh a hêzên hikumeta Şamê li dijî herêma Qestûn a Sehil Xab a bakurê rojavayê Hemayê pêk tê ku di encamê de ji heman malbatê 4 zarok hatibûn kuştin û 5 kesên din birîndar bûbûn.

(cx)