Rêveberiya Xweser bi boneya sersala hîcrî peyamek weşand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi peyamekê salvegera koça pêxemberê îslamê, li civaka îslamî pîroz kir.

Rêveberiya Xweser bi boneya sersala hîcrî peyamek weşand
8 tebax, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera koça pêxemberê îslamê (sersala hicrî) peyama pîrozbahiyê da.

Rêveberiya Xweser di peyamê de got: "Em cîhana îslamî û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku her sal bi xêr, ewlehî, aramî û aştî be. Em dayik û malbatên şehîdan jî pîroz dikin."

Duh Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya sersala hîcrî biryarnameyek derxistibû û roja Duşemê kiribû betlaneya fermî.

(bx)

ANHA