Cendirmeyên Tirk li ser sînor tecawiz li zarokek û jinekê kir

Cendirmeyên dewleta Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera bajarê Qamişlo û xaka Bakurê Kurdistanê de, tecawiz li zarokek û jinekê kir û îşkence li hin ciwanan kir.

Cendirmeyên Tirk li ser sînor tecawiz li zarokek û jinekê kir
8 tebax, 2021   11:35
QAMIŞLO

Şeva din saet di 24:00`an de dema ku 2 koman; 4 mêr û 24 kes ku di nav de jin û zarok hebûn ku piraniya wan ji Qamişloyê ne, hewl didan di sînor re derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, cendirmeyên Tirk ên li ser sînorê 2 kes ji wan; Ê.Ê (34) û N.H. (14) girtin.

Li gorî agahiyên ku her du ciwanan dane nûçegihana me, cendirmeyan li wan daye û ew ji ser dîwarê 4-5 metre bilind, avêtine xwarê.

Di dîmenan de rewşa xirab a her du ciwanan a ji ber îşkenceya dijwar xuya dibe. Ciwanên navborî ji serî, sîng û destên xwe birîndar bûne.

Li gorî N.H. ew komeke ji 4 kesan bûn û dema sînor derbas dikirin, cendirmeyên Tirk ên li ser sînor gule li wan reşandine. N.H. wiha bûyer vegot: “2 kesên ji koma me reviyan, derdora saet 3:30`ê sibehê jî em hatin girtin. Çawa em girtin, hema li me dan. Destê min ê rastê şikandin.”

Li ser laşê N.H. şopên îşkenceya tund xuya dikin û rewşa wî giran e.

 Ê.Ê. jî got her ku pirsek ji wan dikirin, bi alavan li wan didan û wiha dewam kir: “Dema ku li serê min dan, ez ji ser hişê xwe çûm.”

Li gorî N.H. û Ê.Ê. ew derdorê saet 8:00`ê vê sibehê ji ser dîwarê li sînor hatine avêtin. Çavkaniyekî xwedî agahî jî ji nûçegihana me re ragihand ku kesên ji koma duyemîn radestî malbatên wan hatine kirin.

Li gorî heman çavkanî, cendirmeyên Tirk tecawiz li zarokeke 11 salî û jineke 25 salî kiriye. Ji bo ewlehiya wan, ajansa me agahiyên berfirehtir belav nake.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B8yqPdpbnLU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>