Artêşa Tirk a dagiker rêya M4 û gundên El-Erîma ya rojhilatê Babê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî bi hawanan topbaran dike.

Artêşa Tirk a dagiker rêya M4 û gundên El-Erîma ya rojhilatê Babê topbaran dike
6 tebax, 2021   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê belav kirine, artêşa Tirk a dagirker gundê Boxazê, rêya M4 û xaçrêya El-Ewseclî, her wiha gundên bajarokê El-Erîma yê li rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî topbaran dike.

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk deverên navborî ji bargehên El-Şiwêha û Zerzûrî yên li rojhilatê Babê topbaran dike û destnîşan kir ku topbarana ji saet 1:00`ê sibehê ve dest pê kirî, heta niha dewam dike.

Navenda Ragihandinê got ku heta niha 21 top li wan herêman ketine.

(cx)