Erdogan koçberên efgan wek kaxizeke fişarê ya nû bi kar tîne

"Heta ku em li ser desthilata vî welatî ne, em ê xwedî li kesên ku ji kujeran reviyane û xwe spartine me, derkevin.” Dema mirov van gotinan dibihîze, dibêje qey axêver kesekî aştîxwaz e. Lê dema mirov dizane ku wî bi hezaran Kurd li Tirkiye, Sûriye û Iraqê koçber kirine û gelek komkujî li dijî Ermen, Suryan û Asûran pêk anîne mirov matmayî dimîne.

Erdogan koçberên efgan wek kaxizeke fişarê ya nû bi kar tîne
6 tebax, 2021   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Piştî Amerîka ji Efganistanê vekişiya, Erdoganê faşîst hewl dide li wî welatî armancên xwe pêk bîne. Her wiha hewl dide bala gelê Tirkiyê ji ser karesatên ku siyasetên wî bûne sedema wan, bikişîne û bibe ser şerên li derve. Erdogan rewşa welatiyên Sûriyê û Efganistanê bi kar tîne û wan diavêje nava şerên ku tu berjewendiya wan tê de tune ye.

Tenê çend roj mane ku hêzên Amerîkayê ji Efganistanê derkevin û tê gotin ku dê hêzên Tirkiyê parastina balafirgeha Kabûlê bikin ku Talîban heta niha vê yekê red dike.

Bi hatina serokê Amerîkayê Jeo Biden ser desthilatê re, niyeta xwe ya vekişandina hêzên Amerîkayê ji Efganistanê eşkere kiribû.

Bi lawazbûna hikumeta Efganistanê re ji aliyên aborî û leşkerî ve, dê vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê valahiyekê çêke. Bi wê yekê re gelek alî hewl didin wê valahiyê dagirin, wek tevgera Talîban, Tirkiye, Îran, Rûsya, Çîn û heta Pakistan û hemû jî hewl didin berjewendiyên xwe pêk bînin.

Niha behsa wê yekê tê kirin ku dê rola dewleta Tirk tenê parastina balafirgeha Kabûlê be, tevî ku hûrgiliyên çawaniya pêkanîna ewlehiyê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve piştî derketina leşkerên Amerîkayê hîna ne diyar e. Balafirgeha Kabûlê avahiyeke stratejîk ya xwedî girîngiyeke mezin e. Her wiha cihê wê li kêleka Kabûlê ye ku navenda aborî, leşkerî û lojîstîkê ya girîng e. Her wiha dewleta Tirk dixwaze vê balafirgeha navneteweyî bi kar bîne da ku bike navenda belavkirina çete û terorîstan li dewletên din ku Enqere dest lê werdide.

Enqere ji parastina balafirgeha Kabûlê dixwaze Washingtonê razî bike da ku Erdogan ji krîzên aborî û sicîla xwe ya reş di aliyê mafên mirovan de, xilas bibe.

Amadebûna Erdogan ji erka parastina balafirgeha Kabûlê re, ji projeyên wî yên berfirehkirinê ye. Ev pêşniyara Enqereyê ji bo ku Washingtonê qanî bike ku li hemberî Enqereyê nermtir be. Ji ber ku di encama kiryarên dewleta Tirk ên dijminane yên hundir û derve de têkiliyên tirkî-amerîkî xirab bûbûn. Yek ji sedeman jî kirîna pergala parastinê ya rûsî ya S-400 bû ku hişt Amerîka cezayan li ser wê ferz bike û tedbîrên dîtir li dijî wê bigire. Ji bilî wê rewşa trajîk a mafên mirovan li Tirkiyê.

Cezayên Amerîkayê yên li dijî dewleta Tirk aboriya wê lawaz kir. Di encamê de Erdogan û partiya wî AKP’ê bawerî ji dest da.

Daîreyên hikumeta Tirkiyê dibêjin ku heke pêşketine di têkiliyên Amerîka-Tirkiyê de çêbe, dê aboriya Tirkiyê jî geş bibe û piştigiriya herêmê ji Erdogan re xurt bibe.

ERDOGAN PAŞXANEYA XWE YA TERORÎ BI KAR TÎNE DA KU TALÎBAN WÎ QEBÛL BIKE

Erdogan bi rêya xîtaba îslamî ji aliyekî ve û rexnekirina hêzên empiryalîst ku destwerdan li Efganistanê kirine ji aliyekî din ve, hewl dide têkiliyan bi Talîbanê re deyne.

Erdogan hewl dide ku xwe wekî serokê nû yê cîhana îslama sunî nîşan bibe û bi rêya israra li ser pêkanîna rola sereke ya piştî serdema DYA’yê, bi Erebistana Siûdiyê re ketiye pêşbirkê.

Tevî wê jî, Erdogan pişta xwe dide îslama sunî ku di navbera wî û Talîbanê de xaleke hevbeş e û dê danûstandinên her du aliyan hêsan bike.

Têkildarî nêzbûna dewleta Tirk ji Talîbanê, Eqnerayê têkiliya xwe ya fireh bi tevahî aliyên bi nakok ên li Efganistanê re parast. Her wiha dikare hevalbendên xwe Qeter û Pakistanê bixe dewrê da ku di navbera dewleta Tirk û Talîbanê de bibin navbeynkar.

Erdogan li bakurê Qibirsê ji rojnameyan re wiha gotibû: "Divê Tirkiyê û Talîban danûstandinan bi hêsanî pêk bînin, ji ber baweriyên Tirkiyê û yên Talibanê heman in."

HEWLDANÊN BIKARANÎNA KOÇBERÊN EFGAN

AKP’ê dibîne ku dosyaya koçberên Efgan dê ji Erdogan û alîgirên wî re bibe qadeke din a danûstandinê. Her wiha Enqere hewl dide ciwanên Efganî bi kar bîne û mîna çeteyên sûrî wan bike çete û ajan.

Erdogan fêrî bûye ku koçberan wekî kaxizeke zextê bi kar bîne û li ser wan bi Yekitiya Ewrupayê re danûstandinan bike. Dê koçberên Efgan jî li dijî Yekitiya Ewrupayê bi kar bîne, li hemberî ku Yekitiya Ewrupa çav li kiryarên wî yên dijminane li herêmê bigire û bi taybet sûcên li dijî gelê Kurd pêk tîne.

Ji aliyekî din ve, Erdogan hewl dide guhartina demografiyê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike. Piştî ku koçberiya bi hezaran Efganan ji welatê xwe ji ber şer û tevgera Talîbanê eşkere bû, Çavkaniyan ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî eşkere kir dewletaTirk gelek malbatên Efganistanê li malên koçberên Girê Spî bi cih kirine. Çavkaniyan metirsî û fikarên xwe nîşan da, ku ev bibe pêngaveke destpêkê ya bicihkirinek befirehtir be.

Li gorî raporên çapemeniyê, piştî sûriyên li xaka Tirkiyê, koçberên Efganistanê di radeya duyemîn de tên. Dewleta Tirk koçberên sûrî wek kaxizeke fişarê li dijî YE’yê bi kar anî ku siyasetên xwe li herêmê bimeşîne.

Çavkaniyên xwedî agahî dan zanîn ku hejmara koçberên Efgan di dema dawî de zêde bûye û berê xwe didin dewleta Tirk. Heman çavkaniyan got ku piraniya koçberên Efganistanê mislimanên sunî ne û ciwanên temenên wan di navbera 20-30 saliyê de ne. Piraniya wan ji kesên ku peyman bi NATO’yê re îmze kirine û di rêxistinên girêdayî wê de xebitîne û li gel NATO’yê şer kirine.

Çavkaniyan diyar kir ku ew koçber di şerê li dijî Kurdan de werin bikaranîn. Wekî ku Erdogan ereb û tirkmenên ku ji herêmên din ên Sûriyê koçber bûne li dijî kurdan bi kar anîn û herêmên din ên Sûriyê dagir kirin da ku ji Sûriyê qut bike û tev li sînorên Mîsaqa Mîllî bike.

Çavkaniyên dîtir ên ji Girê Spî teqez kir ku dagirkeriya Tirk gelek malbatên ji Efganistanê li malên koçberan bi cih kirin, lê hejmara zelal a niştecihên nû yên efgan li Girê Spî bi dest neket. Heman çavkanî da zanîn ku hemwextî koçberiya Efganan û çûna wan ji Tirkiyê re, ew malbat ji xaka Tirkiyê hatin.

Çavkaniyan fikarên xwe nîşan da ku malbatên koçber ên Efganî li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin bicihkirin. Berê jî dewleta Tirk malbatên çeteyên biyanî, li gel bi sedan malbatên fîlistinî û tirkmen li malên koçberên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kiribûn.

He wiha di salên 1980’yî de jî, dewleta Tirk bi hezaran Qirgiz û Efgan li herêma Geliyê Zîlan a girêdayî Ercîş a herêma Wanê, Meletî û Erziromê yên Bakurê Kurdistanê bi cih kiribûn.

Derdorên siyasî texmîn dikin ku dê dewleta Tirk koçberên efgan wek kaxizeke fişarê ya nû li dijî YE’yê û cîhanê bi kar bîne ku li ser siyasetên wê yên li Sûriyê, Lîbya û Qibrisê erê bikin û dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê rewa bikin û piştgiriya bicihkirina koçberên Sûriyê û Efganistnaê di qaşo "herêma ewle" de, wergire ji bo ku deriyê pêleke nû ya koçberiya ji Tirkiyê ber bi Ewropayê ve bigire.

Çavkanî destnîşan dikin ku dê Enqere çeteyên sûrî li Efganistanê bi armanca parastina balafirgeha Kabûl, saziyên hikumetê û hêzên navneteweyî li beramber mûçeyeke mehane ya mezin ku digihîne 3 hezar dolar, belav bike. Tê texmînkirin ku şîrketa leşkerî ya Tirkiyê ya taybet "Sadat" bi erka çekirin û veguhastina çeteyên sûrî ber bi Efganistanê re rabe ku çawa berê li Lîbya û Qerebaxê kiriye.

Enstîtuya Amerîkî ya Lêkolînên Şer di raporeke xwe de behsa xwesteka Tirkiyê û Rûsyayê ya derxistina komên tundraw ji Idlibê ber bi Efganistanê ve kir û da zanîn ku Enqere û Moskov dan û standinan dikin ji bo dewleta Tirk sozên xwe yên paqijkirina Idlibê ji komên tundraw ên sûrî pêk bîne. Dê wan tundrawan veguhêzin Efganistanê yan jî sînorên Tacikistan û Qirgizistanê.

Ji aliyekî din ve jî dibe ku Enqere têkiliyên xwe bi Washingtonê re li welatên ku şer parçe kirine, xurt bike. Bi taybet ji ber ku Washington nêzbûna îdeolojiya Erdogan û îdeolojiyên rêxistinên tundraw ên li Efganistanê baş dizane. Her wiha dê Efganistan ji aliyê aborî ve sûdeke mezin bide dewleta Tirk û rewşa xwe ya aborî baş bike û xwe wek hêza herî mezin li Asyaya Navîn nîşan bide.

Li gorî çavkaniyên ji hikumeta Tirkiyê ku agahî daye enstîtuya amerîkî, dewleta Tirk hewl dide şêwirmendên ewlehiya hundirîn ji hikumeta Efganistanê re bişîne.

‛DIVÊ BIDEN TÊKILDARÎ EFGANISTANÊ JI ERDOGAN HIŞYAR BE`

Lêkolînerê tirk Aykan Erdemir ku di Enstîtuya Parastina Demokrasiyê ya Amerîkayê de dixebite, Biden li hemberî îstîsmarkirina Erdogan a krîza Washingotinê li Efganistnê û berfirehkirina metoda dijminahî li herêmê hişyar kir.

Aykan Erdemir diyar kir ku Erdogan gotibû ew dixwaze di dabînkirina Efganistanê de piştî derketina hêzên Amerîkayê alîkariya DYA’yê bike. Lê divê mirov gumanê bi baweriya hevalbendî bike ku hefteya borî îtîraf kiriye tu dozên nakok ên Tirkiyê û bi baweriyên Talîbanê re tune ne.

Erdemir hişyarî da ku dibe ku erkdarkirina serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan a parastina balafirgeha Kabûl ne tercîheke di cih de ye û wiha got: "Dîroka Erdogan ji piştevaniya tevgerên tundraw ên li Rojhilata Navîn re dirêj e, mîna Cebhet El-Nusra ya girêdayî rêxistina El-Qaîde li Sûriyê."

(fr)

ANHA