Li dijî azar û astengiyên hevbeş ên jinan têkoşîna yekdengî

Cîgira serokê Tevgera El-Musteqel a Lîbyayê Dr. Rabîhe El-Farisî diyar kir ku kongreya jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê di nava derfetên kêm de jin li hev kom kirin û got “Di kongreye de li dijî astengî û azarên hevbeş ên jinan têkoşîna yekdengî derket holê."

Li dijî azar û astengiyên hevbeş ên jinan têkoşîna yekdengî
6 tebax, 2021   07:03
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Di 30-31’ê Tîrmehê li paytexta Lubnanê Beyrûtê 2’yemîn Kongreya Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi beşdariyeke mezin a jinan û bi dirûşma "Bi yekitiya jinan em ê şoreş û demokrasiyê misoger bikin" li dar ket.

Weqfa Jîn a Jinan, Komeleya Demokrat a Lubnanê, Yekitiya Komîteyên Jinên Filistînê-Dewleta Filistînê, Weqfa Jinên Iraqê, Kongreya Star, Meclisa Jinên Sûriyê ya li Sûriyê, Komeleya Tunisê ya Jinên Demokrat û Tevgera Jinên Azad (TJA) a Bakurê Kurdistanê, di kongreye de amade bûn.

Di kongreyê de kesên girîngiyê didin dozên jinan ên ji Lubnan, Iraq, Urdin, Sûdan, Misir, Filistînê, Efganistan, Cezaîr, Tunis, Kurdistan, Tirkiye û Îranê beşdar bûn.

DI kongreye de dozên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û rola wan di krîz û şeran de hatin nîqaşkirin. Kongre bi ragihandina avakirina hevalbendiyeke jinên herêmê li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi dawî bû.

Têkildarî mijarê cîgira serokê Tevgera El-Musteqbel a Lîbyayê Dr. Rabîhe El-Farisî li ser girîngiya kongreyê, rewşa jinên Lîbyayê ji ajansa me re axivî.

Dr. Rabîhe El-Farisî anî ziman ku kongre di nava derfetên kêm de jin li hev kom kirin. Dr. Rabîhe El-Farisî bal kişand ser rewşên dijwar ên ku Lubnan tê re derbas dibe û got: “Rêxistinên vê kongreyê karibûn ku xwe bigihînin vê xala girîng û erênî ku wê jî hişt kongre bi ser bikeve.”

LI DIJÎ ASTENGÎ Û AZARÊN JINAN YEKDENGÎ

Dr. Rabîhe El-Farisî da zanîn ku kongreyê jinên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li hev kom kirin û wiha pê de çû: "Azar û astengiyên jinên Bakurê Afrîkayê heman in. Ji lew re hevgirtina wan hêsan dibe ku li hember van astengiyan dengê xwe bikin yek û banga mafên mirovan bikin."

Rabîhe El-Farisî têkildarî rewşa ku jinên Lîbyayê piştî şoreşa 2011’an tê re derbas bûne, hilweşîna desthilata El-Qezafî û serweriya koma Îxwan li ser desthilatê bi "karesat" nav kir û ev tişt got: "Jinên Lîbyayê di gelek pirsgirêk û sîuqastên li dijî hiqûqnas û jinên çalakger ên sivîl re derbas bûn û li herêmên şer rastî gelek azaran hatin."

Cîgira serokê Tevgera El-Musteqbel a Lîbyayê Dr. Rabîhe El-Farisî îşaret bi çewtiyên di şoreşên Buhara Ereban de kir ku nehiştin jin bigihînin mafên xwe û wiha dewam kir: " Buhara Ereban rewşa krêt a jinan  zêdetir kir. Hêza jin bandorker e, dengê wê tê guhdarkirin û digihîne tevahiyan, lê mixabin dengê wê li hin dewletên ku tê de krîz an jî Buhara Ereban çêbûye hat bikaranîn."

Têkildarî bikaranîna jinên Lîbyayê di bêdengkirina fetîla şer de, Rabîhe El-Farisî da zanîn ku jin derketin qadan lê artêşa Lîbyayê yan jî artêşa El-Qezafî destdirêjî lê kirin û wiha got: "Ev yek derewek bû ku bi rêya çapemeniyê cîhan xapandin û ev yek hatibû çêkirin. Girêdayî wê jî ev yek propogandayek ji hêla çeteyan ve bû ku rejîm ew anîn da ku jinên li Lîbyayê tecawîz bikin. Bajarek bi tevahî ji şêniyên wê hat valakirin. Gelek jin hatin tecawiz kirin û hatin koçberkirin. Şêniyên wê hatin dîlgirtin. Jin hatin bikaranîn û destdirêjî li taybetmendiyan wan hatin kirin."

‛XEBATA ME JI BO BIDESTXISTINA MAFAN E’

Rabîhe El-Farisî îşaret bi jinên lîbyayî kir ku tevî ew di hemû astengiyan re derbas bûn, divê ji bo bidestxistina mafên xwe tê bikoşin û got: "Em bi rêya komeleyên xwe yên hiqûqî, çalakiyên xwe û rêxistinên civaka sivîl ên herêmî hewl didin mafên xwe bi dest bixin. Ev kongre ji bo pêkanîna armancên me girîng e. Piştre li gorî plansaziyê her dewletek li gorî derfetên xwe kar dike. Ji ber pêkanîna mafan bi xurtî tên bidestxistin. Em li bendê namînin ku kes bide me. Bo nimûne, di destûra Lîbyayê de gelek qanûnên ji bo jinan hene, lê em hewl didin wan tevahiyan pêk bînin, bi taybet di beşdariya siyasî de. Em hewl didin jin bi kotaya ji sedî 50 beşdar bibin."

Cîgira serokê Tevgera El-Musteqbel a Lîbyayê Dr. Rabîhe El-Farisî da zanîn ku piştî lihevkirina siyasî ya dawî ya li Lîbyayê gelek jin di rêvebirina hikumeta Lîbyayê ya nû `Hikumeta El-Wehde El-Weteniyê` de hatin erkdarkirin, mîna wezîra karên derve, wezîra edaletê, wezîra kar û barên civakî, bi taybet wezîra kar û barên jinan. Rabîhe El-Farisî got: "Lê belê ev yek nabe bersiva tevahî berjewendiyên wan. Lê ev pêngavek e ku bi wê re jinên lîbyayî dibin xwedî erkên rêvebirina welat û em hewl didin van pêngavan zêde bikin."

(fr)

ANHA