Şêniyên Kobanê: Divê em li dijî dewleta dagirker a Tirk hevgirtî bin

Gelê Kobanê li ser hedefgirtina du erebeyên sivîlan li başûrê bajêr ji aliyê dagirkeriya Tirk ve, diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrişan armanc dike ku gel bitirsîne, wan dûrî erdê wan bixe û vîna wan bişkîne û teqez kir ku divê Kurd li hemberî dewleta Tirk a dagirker bibin yek.

Şêniyên Kobanê: Divê em li dijî dewleta dagirker a Tirk hevgirtî bin
1 tebax, 2021   06:23
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Dewleta dagirker a Tirk dem dem bi rêbazên cuda êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di demên dawînê de jî balafireke bêpîlot du erebeyên sivîlan li gundê Qumçî (25 km li başûrê Kobanê dikeve) kirin hedef.

Gelê Kurd li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ku sivîlan dike armanc, bertek nîşan da. Welatiyê bi navê Mehmûd Hesen Osman ê ji şêniyên Kobanê diyar kir ku dewleta dagirker a Tirk dem dem li dijî herêmên wan êrişên hovane pêk tîne.

Osman got ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî sivîlan, dixwaze wan bitirsîne û wan dûrî erdê wan bixe û got: “Ev sûcên dermirovî ne."

Osman di dawiyê de da zanîn ku hemû welatên cîhanê dizanin ku dewleta Tirk a dagirker dewleteke terorîst e û ger derfetê bibîne ew ê heman kiryarên DAIŞ`ê li dijî gelê Kurd pêk bîne.

Têkildarî heman mijarê welatiyê bi navê Elî Mihemed Hesen ê ji Kobanê jî wiha axivî: "Dagirkeriya Tirk dem dem êrişî herêmên me dike û sivîlan dike armanc."

Hesen îşaret bi girîngiya yekitî û hevgirtina gelan kir û got bi yekitiyê dê li hemberî dewleta Tirk dagirker bisekinin.

Mihemed Bekrî yê ji Kobanê jî got, “Dagirkeriya Tirk ji berê ve dijminê me ye, niha jî nabe dostê me.”

Bekrî ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Topbarana dewleta Tirk a dawî li dijî Kobanê kiryareke terorîst e, ew kiryarên wiha dike ji ber ku dijminê me ye, dijmin li kesî nayê rehmê. Her ku derfetê bibîne wê êriş bike. “

Bekrî wiha axaftina  xwe bi dawî kir: “Divê gel hevgirtî be, ji ber ku doz û armanca me yek e û ger em nebûn yek û piştgiriya hev du nekin, em ê nikaribin mafên xwe yên rewa bi dest bixin.”

 (eh)

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PE5nf8qpyTo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>