ꞌPirsgirêkên me yek in, divê nexşereyek were diyarkirin ku mafên jinan misoger bikeꞌ

Jinên ku tev li 2`emîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bûne, diyar kir ku li ku derê be hêzên ku jinan dikin armanc yek in û rêbazên wan jî yek e û gotin ku divê ji bo misogerkirina mafên jinên li Rojhilatê Navîn û Bakurê Afrîkayê nexşereyek were danîn.

ꞌPirsgirêkên me yek in, divê nexşereyek were diyarkirin ku mafên jinan misoger bikeꞌ
1 tebax, 2021   08:58
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Roja Înê (30`ê Tîrmehê) li paytexa Lubnanê Beyrût, bi dirûşma “Bi yekitiya Jinan em ê şoreş û demokrasiyê pêk bînin” 2`emîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir. Kongreya ku du rojan dewam kir li otêla Badûfa-Sin El-Fîl û bi beşdariya jinan li dar ket.

Komeleya Jîn a Jinan, Kombûna Jinên Demokratîk, Komeleya Jinan a Iraqê, Yekitiya Komîteyên Jinan a Filistînê û Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, Kongreya Star û Meclisa Jinên Sûriyê yên ji Sûriyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji Tirkiyê, kongre organîze kirin.

Kongre bi beşdariya aliyên ku girîngiyê didin dozên jinan hate lidarxistin û mêvan ji Lubnan, Îran, Iraq, Filistîn, Tûnis, Sûdan, Lîbya, Urdun, Misir, Cezaîr, Kurdistan, Tirkiye û Afganistan, beşdarî bûn.

Kongre ji 5 rûniştin û 3 werşeyên kar pêk hat, tê de dozên jinên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, rola wan a di aloziyan û şerên ku pê re rû bi rû man, hatin nîqaşkirin.

Têkildarî vê yekê ajansa me hevdîtin bi endam û jinên ku beşdarî kongreyê bûbûn re çêkir. Jinan da zanîn ku di vê rewşa dijwar a ku herêm tê re derbas dibe, lidarxistina vê kongreyê gaveke girîng e.

MIJARÊN KONGREYÊ Û ARMANCÊN WÊ

Der barê armanc û mijarên ku di kongreyê de hatin nîqaşkirin, Seroka Komeleya Jîn a Jinan Bûşra Elî axivî û got: "Yekemîn Kongreyê Jinan a Rojhilata Navîn 31`ê Gulanê û heta 2`ê Hezîrana 2013`an li Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dar ket. Ji encamnameyên kongreyê koordînasyonek hate hilbijartin ku ji nûnerên girîngtirîn komele û rêxistinên jinan ên ku li herêmê aktîf in pêk dihat. Kar û xebata wan ew bû ku têkiliyan bi komele û kesayetên cihêwaz ên jinan re çêbikin."

Di navbera kongreyê de Bûşra Elî wiha dewam kir:"Ji beriya du salan ve me bi endamên koordînasyonê re nîqaşa lidarxistina duyemîn kongreyê jinan kir. Ji ber ku girîng e û nuqteya sereke ya ku me di kongreyê de girîngiyê dayê bûyerên ku rû didin. Çi ji aliyê hêzên emperyal be yan jî sîstemên destpotîzim be yan jî komên çeteyan be ku hemû jî jinan dikin armanc. Nexasim ku di demên dawî de asta wê bilindtir bû, jê diyardeya qirkririna jinan mînaka wê jî bûyera li Şengal, Nînewa, Sûriye û gelek deverên din. Di heman demê de diyardeya destdirêjiya komî ya li Misirê, diyardeya qetilkirina jinên siyasetmedar ku jinên pêşeng ên bandora wan li civakê hebû dikirin armanc. Ev bûyer hemû balkêş bûn û nîşaneya hedefgirtina jinan dikin."

Têkildarî mijarên ku di kongreyê de hatin nîqaşkirin jî, Bûşra Elî ev agahî pave kirin:" Li ser mijara parvekirina tecrubeyên têkoşîna jinan, nîqaş hatin kirin. Mînak Tûnis e ya ku bi bi tecrûbeya xwe ya qanûnî tê naskirin, lê mirov nikare ji tecrûbeya siyasî, aborî û civakî qut bike."

Seroka Komeleyê piştrast kir ku pirsgirêkên sereke yên ku pêşketina jinên Rojhilata Navîn asteng dike, yek ji nuqteyên girîng ên di kongreyê de bû û bi domdarî got:"Tevî ku jinan siyaseta çewisandinê red dikir û tevî ku li hin dewletan li ser asta mafên jinan hin destkeftiyên girîng bi dest xistin, lê dîsa jî ev destkeftî paşve vegeriyan. Ev jî nîşaneya ku kêmasî hene û divê li ser were sekinandin. Hêzên jinan dikin armanc li ku derê be yek in, rêbaz, cewher û rûyên wan yek in, ev sîstem û hêz dema ku mijar têkildarî berjewendiyên wê be hemû nakokiyên xwe li aliyekî datînin û van astengiyên ku ji bo berjewendiyên re dibin kelem radikin. Em wekî jinan madam êş û doza me yek e û hemû sînoran derbas dike, çima em nakokiyan li kêlekê danayînin û balê nakişînin ser xal û êşên hevpar da ku em planeke hevbeş diyar bikin."

Der barê nuqteyên bingehîn ên ku nakokî di wan de heye, Bûşra Elî got :"Sê xalên girîng hene ku ew jî; girêdana bi koka xwe ku ne girêdayî xwezaya jinan e ji wan, neteweperestiya mezhebî û nijadperestiya olî, her wiha rewşa sînorên çêkir ku her kes li ser şer dike, lê girîngtirîn nuqte pirsgirêk û êşên jinan ên hevpar in. Wekî mînak, tundiya li hemû welatan, destdirêjî, qetilkirin û revandin û qirkirin e. Ev hemû nuqte dibe sedem ku di pratîkê de sazûmaniyeke berbiçav ava bibe ku tevahiya komeleyên jinan bîne cem hev û bikeve xizmeta yek alî."

Li aliyekî din berdevka Kongreya Star a Rojava Remziye Mihemed jî axivî û got:"Duyemîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn berdewamiya Kongreya Yekemîn e ku 2013`an li Bakurê Kurdistanê li dar ket. Ji ber ku armanc û encamnameyên wê têkilî di navbera hemû jinên Rojhilata Navîn çêbiba da ku zext, tundî û mijarên bi jinan ve girêdayî ne, pirsgirêkên ku pêşketina jinan, xwestek û têkoşîna wan asteng dikin, nîqaş bikin. lewra encamnameyên kongreyê yekemîn pir bûn, lê piştî vê kongreyê li Sûriyê û Lîbyayê şer derket û Tirkiyê êrişî herêma Rojhilata Navîn kir, ji wan Sûriye û Iraqê. Her wiha belavbûna vîrusa Koronayê bû sedem ku lidarxistina vê kongreyê dereng bimîne, ji ber ku diviyabû 2020`an li dar ketiba, lê îro bi beşdariya 200 jinên ji 20 dewletan me ev pirsgirêk derbas kirin."

Der barê nexşereya aştiya jinan Remziye Mihemed got:"Armanca kongreyê rê li pêşiya pevguhartina kar û nêrînan e çi di aliyê teorîk de be û çi jî di aliyê pratîk de be, diyarkirina nexşereyê û bernameyan bi armanca misogerkirin, xurtkirin û pêkanîna mafên jinan ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkiyayê ye. Civak tundiya li dijî jinan wekî şikandina vîna jinan a di civakê de û qedexekirina pêşketina wê nabîne, çi di qada siyasî de be û çi jî di aborî, civakî, rêxistinî û çandî de be. Ji lew re divê tecrûbeyên ku hevreyên me di kongreyê de parve kirin, êrişên li dijî vîna jinan eşkere bikin, ji ber ku gelek ji me van êrişan nabînin û wekî ku jin di hin civakan de bi xweşî dijî, pêwîstiya wan bi tu tiştekî tune ye û tu astengî li pêşiya wan tune ne dibînin."

TECRÛBEYA JINA KURD

Seroka Weqfa Newroz a Çanda Civakî ya Lubnanê Henan Osman jî têkildarî mijarê got:"Di qaşo Bihara Erebî de me deh salên bi şer û nakokî li pey xwe hiştin. Tê de jin rastî gelek êrişên hovane hatin, ji qetilkirin, revandin, destdirêjî û girtinê bigire û heta gihaşt asta ku li sûkan werin firotin. Mînaka wê jî jinên Şengalê ye ku li ser destên çeteyên DAIŞ`ê dihatin firotin, lê jinan di pêvajoya deh salan de li ber xwe da û di serhildanên gel de têkoşiya. îro jî di çarçoveya nîqaşên me yên di kongreyê de, hate diyarkirin ku gelek jin li welatên ereban û Bakurê Afrîkiyayê zehmetiya heman pirsgirêkan dikişînin. Her wiha bindestî, tundî û îşkencekirin hene, nexasim li Sûriyê, Tirkiyê, Îranê û Kurdistanê, ji ber ku welatên ku hişmendiya mêrên serdest hakim in û jinan û azadiya wan diçewisînin. Her wiha hebûna jinan, nêrîn û biryardayîn û guhartina civakê jî qedexe dikin." 

Henan Osman piştrast kir ku di vê kongreyê de ji gelek qadan û ji gelek welatan, her jinekê behsa tecrûbeyên xwe kir, ji Sûdan, Misir, Lîbya, Kurdistan, Îran û Tirkiyê û ev yek diyar dike ku tevî rewşa awarte ya a şer û vîrusa Koronayê, kongre li dar bikeve.

Henan Osman diyar kir ku jina Kurd tevî van destkeftiyên ku bi dest xistine jî ku şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi rê ve dibe, li dijî DAIŞ`ê şer kir û bi ser ket, lê dîsa jî bi tena xwe nikare tiştekî pêk bîne, ji lew re divê hebûneke rêxistinî hebe ku jinan ber bi yekitiyê ve bibe.

Henan Osman di dawiyê de got:"Jina Kurd 50 salan têkoşiya, tecrûbeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne bi rojekê çêbûye, lê belê bi rewşê re derketiye û gelek berxwedan kiriye. Her wiha ji zanînê û guhartina hişmendiya civakî û hişmendiya mêrdestî ya di civakê de hatiye, ger em li civaka Kurd û li civaka Rojhilata Navîn binêrin em ê hin ferq û cudahiyan bibînin û sedema wê jî fikir û îdeolojiya ku Kurd û kêmnetewên li Bakurê Sûriyê baweriya xwe pê tînin ku ew jî fikirê Rêber Abdullah Ocalan e."

(eh)

ANHA